10:44 23 Çile 2018
Zindî
    به‌شار ئه‌سه‌د, سه‌رۆکێ ده‌وله‌تا سووریه‌یێ

    Esad: Ez pê bawerim ku dê suriyeyî vegerin welatê xwe

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokdewletê Suriye Beşar Esad got: Ez pê bawerim dê piştî pevçûnan, hemwelatiyên suriyeyî ku derketine derveyî welat dê paş vegerin. Esad diyar kir pêvajo ji niha de dest pê kiriye.

    Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad her wiha got: Dê Suriye, bi dewletên ku piştgiryiê didin terorîstan re danîstandinên tîcarî neke."

    Başer Esad ku ji televizyona fermî ya Rûsyayê re axivî û got: "Dê bo we balkeş be, lê bawer bikin gelek kesên ku halê wextê wan di cih de bûn û dê bikaribûna li derveyî welat bicih bibûna lê ew par û îsal vegeriyan Sûriyeyê. Kêm kes vegeriyan lê prosesa vegerê dest pê kiriye."

    Esad got: "Piştî ku şer bidawî bibe ez pê bawerim ku dê gelek kes vegere. " Esad wiha berdewam kir: "Zêdetirên kesên ku çûn ne ji bo dijberên deshilatdaran bûn, Dû sebebên çûyîna wan hebûn. Yek metirsiya êrîşên terorî ya duyê jî ji bo wan û malbata wan îmkanên bicihbûyînê nemabûn.

    Zêdetirên hemwelatiyên me pişgirî didin dewleta xwe ji ber vê ye ez pê bawerim ku dê gelekên ji wan paşve vegerin.

    Bi heman mijarî:

    Esad: ‘Zeximbûna rola kurewî ya Rûsyayê ewlehiya Sûriyeyê zêdetir dike'
    Rûhanî ji bo serfiraziya Helebê Esad pîroz kir
    Esad: Artêşa Sûriye piştî rizgarkirina Helebê wê berê xwe bi de Palmîrayê
    Esad: ‘DAIŞê bi piştgiriya an jî bi haydariya Amerîkayê vegeriya Palmîrayê'
    Esad: "Bûyerên Helebê û êrişên Palmîrayê bi hev ve girêdayî ne"
    Esad: Heleb dê boçûna tevahiya şerê Sûriyeyê biguherîne
    Etîketan:
    terorist, suriyeyî, Televizyona fermî ya Rusyayê, Beşar Esad, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de