09:15 22 Gulan 2018
    Dmitry Medvedev û Binali Yildirim

    Serokê RTIBê Karaaslan: "Me pirsgirêkên xwe ji Yildirim re gotin, lê peşveçûn tuneye"

    © Sputnik / Alexandr Astafiev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs Naki Karaaslan ragihand ku di têkiliyên bazirganî yên dualî de hê jî hinek pirsgirêkên me ku nehatine çareserkirin hene.

    Serokê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs Naki Karaaslan ragihand ku di têkiliyên bazirganî yên dualî de hê jî hinek pirsgirêkên me ku nehatine çareserkirin hene. Em ji serdana Yildirim a Rûsyayê gelekî bi hêvî bûn, lê hê jî pirsgirêkên me li benda çareseriyê ne.

    Naki Karaaslan di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Aştiya navbera Tirkiye û Rûsyayê di dawiya meha hezîranê de saz bû, em meha tîrmehê jî nahesibînin, lê ji meha tebaxê û vir ve çend meh derbas bûn û hê jî vîze nehatiye rakirin. Cezayê wê karsaz dikişinin, ma gunehê karsazan çi ye? Şirketên tirk ku li Rûsyayê veberhênan kirine bi awayekî cidî mexdûr bûne. Em nikarin karmendên teknîkî bînin, nikarin karmendan bixebitînin û nikarin vîzeyan dirêj bikin."

    Karaaslan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di serdana xwe ya roja pêşî ya Moskowê de bi me re hevdîtinek kir. Min ev pirsgirêk hemû jê re gotin. Em ji serdana Yildirim a Rûsyayê gelekî bi hêvî bûn, dibe ku serokwezîr ev pirsgirêkên me gihandibin çend cihan lê hê jî ev pirsgirêk dewam dikin û tu pêşveçûn tuneye. Em hêvî dikin di sala 2017an de ev pirsgirêk werin çareserkirin."

    Bi heman mijarî:

    Serokê RTIBê: "Em dixwazin li Moskovayê hevdîtinekê bi Yildirim re bikin"
    Serokê RTIBê: "Hinek pirsgirêkên karsazan li benda çareseriyê ne"
    Hevdîtina Binali Yildirim û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn destpê kir
    Matviyenko ji Yildirim re got: "Ji bo başbûna têkiliyan tiştê ji destê me were emê bikin"
    Kremlînê rojeva hevdîtina Pûtîn û Yildirim aşkere kir
    Etîketan:
    Başbûna têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Serokê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs (RTIB), Serokwezîrê Tirkiyeyê, Naki Karaaslan, Binali Yildirim, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de