19:45 25 Gulan 2018
Xalid Meşal Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê

Meşal: Guhertinên siyasî di berjewendiya Filîstinê de ne

© AFP 2018 / RODGER BOSCH
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Xalid Meşal got ku guherînê li qada navnetewî pêk tên di berjwendiya kêşa Filîstînê de ne.

Meşal di televizyona Hamasê El Aksa de îdia kir ku Îsraîl bûye bar li ser milê civaka navdewletî û got, ‘Guherînên siyasî yên ku li qada navnetewî pêk tên di berjewendiya kêşeya Filîstînê de ne'.

MEŞAL BANGEWAZIYA LIHEVKIRINÊ LI HEREKETA FETHÊ KIR

Meşal ji bo şirîkatiya siyasî banga lihevkirinê li Hereketa Fetîhê kir û wiha axivî: ‘Ya ku tê xwestin di çarçoveya yekîtî û yekbûnê de pêşxistina mekanîzmeyên têkoşîna şirîkatiya siyasî û bihêzkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye.'

Serokê Hamasê herwiha diyar kir, Hamas li beramber êşên ku gelê ereb dikişîne li cem wan cî digire û piştevaniya wan dike.

 

Bi heman mijarî:

Mahmûd Abbas pêşwaziya heyeta Îsraîlê kir
Netanyahu: "Kes bi şaşî jî naxwaze di navbera Rûsya û Îsraîlê de qezayek biqewime"
Moşeka ku ji Îsraîlê hat avêtin li derdora Şamê ket
Etîketan:
Filîstîn, Xalid Meşal, Hamas, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de