23:29 22 Nîsan 2018
    Belgeyên bazirganiya petrolê yên DAIŞê

    'Leşkerên Iraqê belgeyên bazirganiya DAIŞê ya petrolê bi dest xistin'

    © Sputnik / Nazek Muhammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Leşkerên artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de belgeyên parkirina berhemên petrola ku hatiye dizîn bi dest xistin.

    Li gor belgeyan serê terorîstekî DAIŞê di navbera 20 û 75 lîtran de benzîn tê parkirin û milîtanên DAIŞê wê petrolê jî difiroşin niştecihên bajêr.
    Niştecihekî Mûsilê ji Spûtnîkê re eşkere kir ku petrol ji bajaroka Kayarayê yan jî ji bajarê Reqqa yê Sûriyê tê dizîn.

    Niştecihê Mûsilê da zanîn ku artêşa Iraqê meha Tebaxê DAIŞ ji Kayarayê qewirandiye, lewma jî hemû berhemên petrolê yên têne firotin ji petrola Sûriyê hatine hilberandin.

    Heman çavkaniyê diyar kir, kalîteya berhemên ku difiroşin gelekî kêm e û bermîla petrolê jî bi 600 dolaran e.

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞÊ li Mûsilê camî teqand
    Barzanî: Piştî rizgarkirina Mûsilê, pêwîstî bi lihevkirinek siyasî heye
    Iraq: Serokwezîrê tirk got, piştî operasyona Mûsilê, ew ê hêzên xwe ji Başîkayê vekişînin
    Etîketan:
    operasyona mûsilê, leşkerên iraqê, Belgeyên bazirganiya Petrolê yên DAIŞê, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de