18:35 27 Gulan 2018
TBMM Sağlık, Aile, Çalışma ve Sosyal İşler Komisyonu

Gotûbêjên pêşniyara guhertinên destûra Tirkiyê 20ê mehê dest pê dikin

© Foto : TBMM / Bülent Yılmaz
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Pêşniyar qanûna guhertina sîstema rêvebiriya Tirkiyê ku her du partiyên Ak Partî û MHPê li ser li hev kiribû, roja Sêşemê 20’ê Berfanbarê li Komîsyona Destûrî ya Parlamena Tirkiyê tê gotûbêjkirin.

Piştî guhertina qanûnên destûrê ji parlamenê re hatin pêşkeşkirin Komîsyona Destûrî ya Parlamena Tirkiyê biryar stand ku 20ê Berfanbarê dest bi gotûbêjên li ser pêşniyar qanûnê bike.

CHP Û HDP LI DIJÎ GUHERTINÊN DESTÛRÊ NE

Bi guhertina qanûnê destûrê re tê xwestin ku erka serokomar were zêdekirin û herwiha serokomarê Tirkiyê di heman demê de karibe seroktî û endamtiya partiya xwe jî berdewam bike.

Heger ev pêşniyar qanûn li parlamena Tirkiyê bi kêmî 330 dengan bistîne tê çaverêkirin ku li meha Nîsan a 2017an referandûm li ser were kirin.

Her du partiyên din ên parlamena Tirkiyê HDP û CHP bi tundî dijî van guhertinan derdikevin ku wek sîstema seroktiyê ya modela Tirkiyê binav dikin.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Enqereyê wê Serokên AKP, CHP û MHP lûtkeya ‘terorê’ pêk bînin
AKP û MHPê li hev kir: Guhertina destûrê În û Şemiyê tê parlemanê
Demîrtaş: Berpirsiyarê siyasî yê êrişên bombeyî AKP ye
Etîketan:
Komîsyona Destûrî ya Parlamenê, Guhertina Destûra Tirkiyê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de