11:05 26 Gulan 2018
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag

Wezîrê tirk: ‘Ti eleqeya girtinên HDPyiyan bi êrişa Beşîktaşê re nîne'

© AP Photo / Burhan Ozbilici
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê têkildarî biryara anîna bi darê zorê ya parlementerên HDPyî yên bo dadgehê de got: ‘Ji xeynî anîna bi zor ti alternatîfek din nehiştin.' Herwiha hate gotin ku ti eleqeya girtina parlementerên HDPyî û êrişa Beşîktaşê jî bi hevre nîne.

Bozdag li ser pirsa rojnamevanan ya derbarê teqîna Beşîktaşa Stenbolê diyar kir ku lêpirsîna derbarê êrişê de didome û wan têkildarî êrişê heta niha gelek kes binçavkirine.  

‘HEMÛ WÊ YEK BI YEK BÊN TESPÎTKIRIN'

Bozdag di axaftina xwe ya derbarê êrişa Beşîktaşê de destnîşan kir ku di çarçoveya îfadeyên kesên binçavkirî wê lêpirsîn bê berfirehkirin û wê hemû ji aliyê darazê ve yek bi yek bên tespîtkirin û cezayê wan bê dayîn.

‘GELO TÊKILIYA LÊPIRSÎNA LI HEMBER HDPÊ Û ÊRIŞÊ BI HEV HEYE?'

Li ser pirsa ‘Piştî êrişê li hember HDPyiyan lêpirsîn hate vekirin û biryara binçavkirinan hate dayîn. Gelo têkiliya vê yekê û êrişa Beşîktaşê bi hev heye  an di çarçoveya lêpirsînên berê hate kirin?' Bozdag diyar kir ku  lêpirsînên berê bibîr xist û got derbarê 154 parlementerên HDPyî de 810 dosya hebû ku di wan de bo rakirina parêzbediyan sererastkirin hatine kirin.

Bozdag destnîşan kir ku parlementerên HDPê ji xeynî anîna bi darê zorê ti alternetîfek din nehiştine û got parlementerên ku parêzbendiyên wan hatine rakirin wê mina welatiyên ji rêzê bêne darizandin.

‘HEMÛ BIRYARÊN GIRTINÊ DI DESTÊ DARAZÊ DE YE'

Bozdag axaftina xwe ya derbarê girtina parlementeran de wiha domand: ‘Kesên ku di çarçoveya biryara girtinê de neçûn dadgehê, bi dare zorê hatin birin. Biryara girtinan bi temamî di destê darazê de ye. Em nikarin derarê vê yekê ti tiştekî bibêjin.'

‘TI ELEQA  BINÇAVKIRINÊN DUH BI ÊRIŞA BEŞÎKTAŞÊ RE NÎNE'

Bozdag di dawiya axaftina xwe de got: ‘Ti têkiliya biryara anîna bi darê zorê ya parlementerên HDPyî ya duh û êrişa Beşîktaşê bi hevre nine. Binçavikirinên duh dewama dozek ku berê dihate meşandin bû. Ger parlemeneterên din jî di nava heman helwestê de tevbigerin, wê derbarê wan jî biryara anîna bi darê zorê bê dayîn. Divê ti kes darazê neçarî anîna bi darê zorê nehêle.'

Bi heman mijarî:

Ahmet Yildirim û Filiz Kerestecioglu bûn wekîlên serokê koma HDPê
Li Konyayê êrişî avahiya HDPê kirin
Parlamentara HDPê Besîme Konca hat girtin
Serokwekîla Koma HDPê Çaglar Demirel hat girtin
Parlamentera HDPê dîsa hat desteserkirin
Parlamentera HDPê Konca serbest hate berdan
Etîketan:
girtin, kurd, parêzbendî, şerê siyasî, darê zorê, parlementerên hdpê, bekîr bozdag
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de