01:44 19 Hezîran 2018
YE (Yekîtiya Ewropayê) - Tirkiye

Ewropa: Ne pêkan e hevdîtinên endamtiya Tirkiyê werin pêşxistin

© REUTERS / Murad Sezer/File Photo
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrên Karên Derve yên Ewropayê biryar standin ku hevdîtinên bi Tirkiyê re nehêlin derbasî qonaxeke pêşdetir bibe.

Wezîrên Karên Derve yên Welatên Ewropayê li ser daxwaziya Serokwezîrê Awustiryayê Seastian Kurz ku xwestibû hevdîtinên li ser endamtiya YEyê yên bi Tirkiyê re bi temamî werin rawestandin civînek saz kirin.

Mevlut Çavuşoglu
© REUTERS / Umit Bektas
REYNDERS: HEVKARIYA LI SER KOÇBERAN BILA BIDOME

Piştî civînê Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Didier Reynders ragihand ku divê hevkariya li ser koçberî, têkoşîna terorê û pevguhertina şervanan were pêşxistin, lê ne pêkan e muzakereyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyê re were qonaxwe pêşdetir.

Reynders got, ‘em dikarin bibêjin ku ne mimkune sernavên nû yên ji bo endamtiya Tirkiyê werin vekirin.'

DESIR: DIVÊ DIYALOG LI GOR NIRXÊN EWROPAYÊ BE

Wezîrê Ewropayê yê Fransayê Harlem Desir jî beşdarî wê nêrînê bû û got, ‘Divê dîyalog li ser nirx û prensîbên Ewropayê yên zelalî pêk were.'

KURZ: TIRKIYE HER DIÇE JI EWROPAYÊ DÛR DIKEVE

Wezîrê Karên Derve yê Awustiryayê Sebastian Kurz destnîşan kir, ‘Divê hevdîtinên endamtiyê yên bi Tirkiyê re werin cemidandin…Tirkiye her diçe ji Ewropayê dûr dikeve û di nav çend mehên dawiyê de ev dûrketin bileztir pêk tê.'

 

Bi heman mijarî:

YEyê astengiyên vîzeyê yên Ûkrayna û Gurcistanê rakirin
Şêwirmendê Serokomar: "Tirkiye nikare terka YEyê bike"
Serokên DYA û YEyê xwestin ku ji bo hevalbendên Esad mueyide bên lidarxistin
Etîketan:
Hevdîtinên Endamtiyê, Tirkiye, YE, Tirkiye, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de