16:18 25 Hezîran 2018
Ban Ki-mun û Susana Malcorra

Sekreterê Giştî yê NYyê piştgirî da hewildanên Rûsya û Tirkiyê

© REUTERS / Enrique De La Osa
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Mun got ku ew piştgiriyê dide hewildanên Rûsya û Tirkiyê yên ji bo tehlîyekirina sivîl û muxalîfên Helebê.

Ban Ki-Mun di civîna NYyê ya lezgîn ku li ser daxwaza Brîtanya û Fransayê hat sazkirin li ser agirbesta Helebe ragihand, 'Ji bo tehlîkiriya Helebê em dizanin ku bi navbeynkariya Tirkiyê û Rûsyayê muzakere di nav aliyan de têne kirin. Ev piştevaniya van xebatan dikin.'

'NY AMADE YE ÇAVDÊRIYA AGIRBESTÊ BIKE'

Sekreterê Giştî diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî amade ye çavdêriya brêveçûna agirbestê bike û wiha axivî: "Em bi bîra hemû aliyan dixin ku ji sivîlan re korîdorê vekin û ji bo yên xwe radest kirine û hatine desteserkirin jî bi awayekî însanî tevbigerin.'

BAN KI-MUN BANG LI SÛRIYÊ KIR

Ban Ki-Mun bang li rêvebiriya Sûriyê û hevalbendên wê jî kir ku hurmetê ji hiqûqa navnetewî û ya şer re nîşan bidin û ji dezgên ku dixwazin alîkariyên mirovî bigihînin Helebê re nebin asteng.

 

Bi heman mijarî:

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser agirbesta Helebê daxuyanî da
'Dê Tirkiye bibe garantorê agirbesta Helebê'
Lavrov: Em ji bihîstina feryadên dawîkirina pevçûnên Helebê têr bûn
Etîketan:
Agirbest, Heleb, Ban Ki Mun, NY, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de