04:23 16 Kanûn 2017
Zindî
    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê

    Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser agirbesta Helebê daxuyanî da

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Huseyîn Muftuoglu li ser agirbesta Helebê ragihand,'Dê muxalîf ber bi Idilbê ve bajêr biterikînin.'

    Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Muftuoglu ji komek rojnamevan re li ser agirbestê daxuyanî da.

    Muftuoglu da zanîn ku di encama danûstandinên bi leşekerên Rûsyayê û muxalîfên li Rojavayê Helebê re agirbest hatiye ragihandin û wiha axivî: "Di qonaxa destpêkê de peymaneke ku sivîl û komên muxalîf ber bi Idilbê ve ji bajêr werin tehlîyekirin çêbûye.'

    Muftuoglu herwiha diyar kir ku Tirkiye ev demeke hewil dide korîdora însanî were vekirin û wiha pê de çû: "Îro bi ragihandina agirbestê re gavek hate avêtin ku ligel kêfxweşiya wê divê rewşa zîz jî were berçavkirin û bi temkînî were tevgerîn. Dê birêveçûna rêkeftinê ji nêz ve were şopandin."

    Bi heman mijarî:

    'Dê Tirkiye bibe garantorê agirbesta Helebê'
    Lavrov: Em ji bihîstina feryadên dawîkirina pevçûnên Helebê têr bûn
    Rayedarên rûs û tirk wê bi rojeva Helebê werin ba hev
    Etîketan:
    Muftuoğlu, Agirbest, Sûriye, Heleb, Sûriye, Rojhilata NAvîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de