07:52 18 Kanûn 2017
Zindî
    Şaxa HDPê ya Stenbolê

    Li Konyayê êrişî avahiya HDPê kirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Konyayê nêzî 300 kes êrişî avahiya Bajêr yê HDPê kirin. Êrişkaran caman şkandin, amûran belavkirin û xwestin li awahiyê de şewat derxin.

    Di saetên êvarê de komek nêzî 300 kesan êrişî avahiya Bajêr yê HDPê ya navçeya Selçukluyê ya Konyayê kirin.

    Koma êrişkar derî şkandin û ketin avahiyê, caman şkandin, amûrên partiyê belav kirin û di avahiyê de jî şewat derxistin.

    ​Li ser êrişê poles sewqî cihê bûyerê hat kirin, piştî mudexaleya polêsan koma êrişkar hat belavkirin. Hate ragihandin ku koma êrişkar li ser dîwarê partiyê ‘Em hatin hûn tine ne, teşkîlata NDUyê' nivîsandine.

    Hate dîyarkirin ku dema êrişê de tu kes li avahiyê de tine bû ne, polêsan li derdora avahiyê tevdîrên berfireh girtine û derbarê êrişê de jî lêpirsîn dane destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: "Em êrişa Stenbolê şermezar dikin"
    HDP ligel partiyên Herêma Kurdistanê civiya
    HDP amadehiya referandûmê dike
    HDP: Di doza Tahir Elçi de ti pêşketin çênebû
    AKP û HDP li parlemanê pev çûn
    Etîketan:
    belavkirin, amûr, şewat, avahî, êriş, Konya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de