06:37 13 Kanûn 2017
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Biryara girtina Karayilan û Kalkan hat dayîn

    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Di çerçoveya lêpirsîna kuştina Qeymeqamê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Fatih Safiturk de, derbarê rêvebirên PKKê Murat Karayilan û Duran Kalkan de biryara desteser kirinê hat dayîn.

    Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê Qaymeqamê Dêrikê bo Şaredariya Dêrikê kayûm tayîn kiribû û di 10ê Mijdara 2016an de jî qeymeqam di encama teqandina bombeya ku li meqama wî hatibû bicih kirin, jiyana xwe ji dest da bû. Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatibû destpêkirin dewam dike.

    Di çerçoveya lêpirsînê de Dadweriya Cezayê Sulha 1mîn yê Mêrdînê derbarê rêvebirên PKKê Murat Karayilan û Duruna Kalkan de bi hinceta "Hilweşandina dewletê û welêtê, bi plan mêr kuştin." biryara desteserkirina wan da.

    Bi heman mijarî:

    CHP: "PKK, tucarî nagihîje armanca xwe"
    Barzanî: Em hêvî dikin ku PKK razî bibe ji Şingalê derkeve
    PKK: Hesabê DYAyê lawazbûna PKKê û AKPê bû
    PKK: AKP Û MHP nikarin Tirkiyê ji parçebûnê xelas bikin
    PKK li Colemêrgê êrîşî baregeha leşkerî kir
    Etîketan:
    girtin, biryar, Duran Kalkan, Murat Karayilan, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de