22:01 11 Kanûn 2017
Zindî
    Lavrov

    Lavrov: Em ji bihîstina feryadên dawîkirina pevçûnên Helebê têr bûn

    © Sputnik/ Îlya Pitalev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser bangên Washingtonê yên ji bo dawîkirina pevçûnên li Helebê got, ‘Em ji bihîstina feryadên hevtayên xwe yên Amerîkî ku dibêjen, demûdest pevçûnên li Helebê dawî bikin têr bûn.’

    Sergey Lavrov li ser pirsên rojnamevanên li Belgrad a paytexta Sirbîstanê daxuyakirin, Rûsya dixwaze piştî li hevkirina li ser korîdora însanî pevçûn dawî bibin û wiha axivî: "Li şûna ku Wezerata Karên Derve ya Amerîkayê feryadan bike diviyabû li ser bingeha hevdîtinên Cenevê digel pisporên Rûsî û Amerîkî li çareseriya kêşeyan bigeriya."

    'ÎDIAYÊN ASTENGKIRINA ALÎKARIYÊN MIROVÎ DEREW IN'

    Lavrov îdiayên ku Rûsya di hinardeya alîkariyên mirovî de astengiyan derdixe wekî derew nirxand û got, ‘Rûsya û hikûmeta Sûriyê bi mijulkirin û astengkirina plana Neteweyên Yekbûyî tawanbar kirin. Ev ne rast e. Lewra hikûmeta Sûriyê plan qebûl kir. Lê milîtanan plan îmze nekir.'

    LAVROV: ROJAVA RÊYEKE ŞAŞ HILBIJART

    Herwiha Lavrov welatên Rojavayî bi piştgirî û hevkariya tunderewan tohmetbar kir û diyar kir, ‘Welatên Rojava rêyeke şaş ji xwe re hilbijartin.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: ‘Pêşniyara Tirkiyeyê em bi kêfxweşî pêşwazî dikin'
    Lavrov ji bo wezîrê derve yê Trump daxuyanî da
    Lavrov: Em di têkoşîna li dijî terorê de bi Tirkiyeyê di têgihiştineke hevbeş de ne
    Lavrov: Balkêş e ku mirov îdiayên tehdîda Rûsyayê li Krwatyayê bibihîze
    Lavrov: Divê Amerîka hurmetê ji hiqûqa navnetewî re bigire
    Etîketan:
    Lavrov, Pevçûnên Helebê, Amerîka, Sûriye, Rûsiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de