12:53 17 Kanûn 2017
Zindî
    Xwepêşandanên li Silêmaniyê

    Xwepêşandana mamosteyan li Silêmaniyê bi dawî bû

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li bajarê Silêmaniyê xwepêşandana mamosteyan bi dawî bû û mamosteyan diyar kirin ku ta daxwazên wan bên cih wê boykot berdewam bike.

    Îro dane sibehê Mamosteyên Zaningeh û Peymangehên Silêmanî, bi tevlîbûna karmend, kêmendam, xwendekar, malbatên xwendekaran, malbatên Enfaliyan li ber avahiya Perwerdeya Rojava ya Silêmaniyê xwepêşandanek lidarxistin. Mamosteyan  piştî xwepêşandanê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û paşê jî ber bi avahiya Kampa Nû ya Zaningeh û Peymangehên Silêmaniyê ve meşiyan.

    Piştî xwepêşandêran gihiştin li ber avahiya Kampa Nû ya Zaningeh û Peymangehên Silêmaniyê, ji aliyê Desteya Parastinê ya Mafê Mamosteyan ve hatin pêşwazî kirin û li wê dere jî daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

    BOYKOT BERDEWAME

    Mamosteyan bi rêya daxuyaniyê ragihandin ku boykot nehatiye şikandin û boykota wan berdewame. Lewra hêj ti daxwaziyên wan nehatine kirin ku ew dev ji boykotê berdin.  Mamosteyan piştre ragihandin ku wê roja yekşemê (18 Berfanbarê)  li ber avahiya Perwerda Rojhilat xwepêşandanek din li dar bixin.

    Hêjayî gotinê ye ku ji du mehan zêdetire mamsoteyên Silêmanî û Helebce ji ber nedayîna mûçeyan û sîstema paşxistina mûçeyane di boykotê de ne.

    Bi heman mijarî:

    HAT NÛKIRIN -13 mamosteyên girtî 7 ji wan serbest hatin berdan
    2 hezar û 400 mamosteyên din ji kar hatin dûrxistin
    Mamosteyên Kurdistanê ji bo muçeyên xwe derketin kolanan
    Li Amedê 19 mamosteyên endemê Egitim-Senê hatin desteserkirin
    Rojava - Mamosteyên kurdî ji bo dibistanan tên perwerdekirin
    Etîketan:
    MUÇE, XWEPÊŞANDAN, MAMOSTEYÊN KURD, silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de