05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    HSD-QSD-

    Bilançoya 3 rojên Xezeba Firatê hate eşkerekirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya pêvajoya duyem a pêngava rizgarkirina Reqayê de, pêşveçûna şervanên Xezeba Firatê didome. Hat ragihandin ku qadeke ji 22 kîlometreyan ku ji 16 gund û gelek gundikan pêk tê, hat rizgarkirin. Herwiha 23 DAIŞî hatin kuştin û gelek çek hatindesteserkirin.

    Navenda Ragihandina Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê derbarê bîlançoya 3 rojan a pêngava rizgarkirina Reqayê de, daxuyaniyek da.
    Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li gorî planameya ku hatiye dayîn pêşve çûn û di şerê 3 rojan de 22 km (16 gund, bi dehan gund û mezrayên stratejîk) ji terorîstên DAIŞê rizgarkirin. Herwiha herî kêm 23 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û ji wan jî bi zindî hatin girtin.

    GUNDÊN RIZGARKIRÎ JI MAYÎNAN TÊN PAQIJKIRIN

    Herwiha gundên rizgarkirî ji mayînên DAIŞê hatin paqijkirin. Di dema paqijkirina mayînan de hinek çek û cebilxane ′12 keleş, bêtêlek, 10 rext, 4 rextên  xwekujî, hejmarek topên hawanan, 4 katyuşa ya bi dest hatiye çekirin û 49 roketên wê, 5 roketavêja B7 û 3 çenteyên wê, doçkayek 12'5 û doçkayek  14'5 û 80 guleyên wê, wesayetek Pikc-up, wesayetek bombebarkirî, akûyek, jeneratorek û înverterek′ hatin desteser kirin.

    Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku şervan di rizgarkirin û paqijkirina gundan de, bi baldarî tev digerin û jiyana welatiyên sivîl diparêzin. Pêşveçûn di roja 4emîn de didome.

    Bi heman mijarî:

    Pêngava duyem a operasyona Xezaba Firatê dest pê kir
    HSD: Em amadekariya qonaxa duyem ji bo operasyona ‘Xezeba Firatê' dikin
    Şervanên Xezeba Firatê gundê Til Semenê rizgar kirin
    Hêzên Senadîd wê beşdarî pêngava ‘Xezeba Firatê' bibin
    Bîlançoya ‘Xezeba Firatê’ hate eşkere kirin
    Etîketan:
    hêzên kurd, hêzên sûriyeya demokratîk, daiş, şer, xezeba firatê, reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de