23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    ypg,pyd,hêzên kurd,şervanên kurd

    'Divê Tirkiye li hember kurdan polîtîkayên dostane û piştgir bimeşîne'

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê teqawîtbûyî Faruk Lagoglu diyar dike ku divê pêşaniya herkesê li Sûriyeyê aştî be û got:'Divê Tirkiye hem li hember kurdên Tirkiye û hem jî li yên derveyî Tirkiyeyê polîtîkayên dostane û piştgir bimeşîne. Ev polîtîka wê têsîreke erênî li hevsengiyên herêmê bike.'

    Balyozê teqawîtbûyî Faruk Lagoglu ê ku parlementeriya CHPê jî kiriye, kontrolakirina Helebê ya ji aliyê artêşa Sûriyeyeyê û geşedanên gengaz yên piştî vê yekê ji Sputnîkê re nirxand.

    ‘BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ ALÎKARIYA MIROVÎ BÊ ŞANDIN'

    Lagoglu got divê berê berê alîkariya mirovî ji şêniyên Helebê re bê şandin û wiha dewam kir: ‘Rejîma ku dibêje min ji sedî 98ê Helebê bidest xistiye, divê bi lez alîkariya mirovî li gel belav bike. Divê li helebiyan xwedî derkeve. Divê Sûriye, Tirkiye û hemû hêzên li Sûriyeyê vî tiştî bikin. Ev mijara yekê ye.'

    ‘REWŞA HELEBÊ HEVKÊŞEYÊN NAVXWEYÎ YÊN SÛRIYEYÊ BI ALIYÊ REJÎMÊ VE DIGUHERE'

    Lagoglu amaje dike ku kontrola Helebê ya ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hevsengên navxweyî yên Sûriyeyê bi aliyê hikumeta Şamê ve guherand ji aliyê psîkolojîk, stratejik û leşkerî ve.

    Şerveaneke kurd ya YPGê
    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    ‘DIVÊ DÎSA VEGERIN PÊVOJIYA CENEVREYÊ'

    Lagoglu destnîşan dike ku divê pêvajoya Cenevreyê ya ku hatiye jibîrkirin ji nû ve bê zindîkirin û got ger armanca yekem bidestxistina rejîma Sûriyeyê ya Helebê bû divê niha şer raweste. Herwiha hem Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Amerîka û welatên din yên li Sûriyeyê divê dîsa vegerin pêvajoya aştiyê. Yanî divê pêvajoya Cenevreyê ya ku hatiye jibîrkirin jinûve destpê bike. Ger Tirkiye giraniya xwe bide ser vê mijarê dê pêvajo gelekî zû encam bide. Lê beriya vî tiştî divê bê gotin ku operasyona Mertala Firatê gihiştiye armanca xwe û operasyon bê bidawîkirin.

    ‘POLÎTÎKAYA TIRKIYE DI ÇARÇOVEYA ESAD, Û PYD-YPGê DE DIMEŞE, PÊDIVÎ BI POLÎTIKAYEK LI DERVEYÎ VAN POLÎTÎKAYAN HEYE'

    Lagoglu diyar kir ku divê Tirkiye ji zû de dev ji politikaya xwe ya li Sûriyeyê dimeşîne berdaya û wiha axivî: ‘Polîtîkaya Tirkiye di çarçoveya Esad, PYD-YPGê de dimeşe. Divê Tirkiye dev ji van polîtîkayên xwe berde û ji xwe re polîtîkayên nû bibine. Hêza Esad ji ber rola xwe ya di siyaset û pêvajoya Sûriyeyê de zêde ye. Divê Tirkiye hem li hember kurdên Tirkiye û hem jî li hember yên derveyî Tirkiyeyê polîtîkayên dostane û piştgir bimeşîne. Ev polîtîka wê têsîreke erênî li hevsengên herêmê bike.'

    ‘DIVÊ TIRKIYE, BI RÛSYA Û AMERÎKAYÊ BIAXIVE Û JI XWE RE POLÎTÎKAYÊN NÛ BI DEST BIXE'

    Lagogluyê ku di dawiya acaftina xwe de amaje kir û got divê Tirkiye ji xwe re polîtîkayên nû bidest bixe.

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Tirkiye piştî Rojava wê êrîşî Başûr bike
    Onderê HDPyî: Davutoglu got," Rojava ne xeta me ya sor e"
    Rayedarên rûs û tirk wê bi rojeva Helebê werin ba hev
    'Têkiliya êrîşa Palmîrayê bi Helebê re heye'
    Artêşa Sûriyeyê 98% ji Helebê kontrol kir
    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    Yildirim: PYD dê ji Minbicê derkeve
    Tirkiye: Yan PYD dê derkeve yan dê bê derxistin
    Etîketan:
    polîtîkayên tirkiye, dijminatî, pyd, şerê sûriyeyê, ypg, faruk laloglu, beşar esad, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de