03:40 14 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li pêşberî Meclisa Federal diaxive

    Pûtîn: Ger me û DYA hêzên xwe bikira yek...

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ragihand ku wan ti caran ew qasî nexwestibû ku di têkoşîna li dijî terorê de bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bi hevre bixebitin. Pûtîn diyar kir ku ger ew û DYA hêzên xwe bikirina yek dê gelek problemên mezin yên kurewî yên wekî terorê têk biçûyana.

    Pûtîn beriya serdana xwe ya Japonya ya 15 û 16ê Berfanbarê hin daxuyanî da televizyona Nippon û rojnameya Yomiuri yên Japon. Pûtîn got: ‘Me ti caran ew qasî nexwestibû ku di dawê têkoşîna li dijî terorê de bi DYAyê re di nava peywendiyên nêzîk de bixebitin. Bo vê yekê hin derfetên me hene.'

    Pûtîn, amaje dike ku ger wan di dema xwe de bi DYAyê re hêzên xwe bikirana yek, dibe ku êrişên terorî û gelek problemên kurewî yên niha kêm bibabana an jî bi temamî ji holê rabûna.

    Ji aliyê din ve Pûtîn destnîşan kir ku Rûsya û DYA dewletên mezintirîn yên nukleerin û got Moskow bo pêşî li belavbûna çekên îmhakirina girseyî bê girtin amade ye ku bi Washingtonê dest bi xebateke hevpar bikie.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Her tim amade me bi Trump re bicivim
    Pûtîn diyar kir bê çi ji Japonyayê dixwazin
    Pûtîn diyariya japonan qebûl nekir
    Pûtîn sersaxî ji Sîsî re xwest
    Dewletên rojavayî karta Pûtîn dilîzin
    Etîketan:
    hêz, teror, daiş, şerê nukleer, vladîmîr pûtîn, japonya, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de