14:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Îranê bersiva biryara mueyideyan a Amerîkayê da

    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gel peymana bi welatên P5+1ê re hatiye îmzekirin, Washingonê biryar da ku mueyideyan li ser Îranê bisepîne û Tehranê jî bersiva wê biryarê da.

    Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî ferman da zanistvanên îranî ku li ser pergalên dehfandina deryayî bixebitin. Di wê nameyê de ya ku li ser televizyona dewleta Îranê hat xwendin, hat teqezkirin ku ev bersiv e ji binpêkirina peymana nûkleer ji aliyê DYAyê.

    Herwiha Rûhanî peywir da Saziya Enerejiya Atom a Îranê ku "plana hilberandin û dîzaynkirina navgîneke deryayî ku him bi nûkleer û him bi sotemeniyê bixebite" pêk bîne û ferman da Wezareta Derve ya Îranê ku bi awayekî fermî gilî li meseleyê bike.

    ÇI BÛBÛ?

    Îranê bi welatên P5+1ê gotûbêjên dûvdirêj bi rê ve biribûn û piştî wê di meha Temûza 2015an de peymana dawî hatibû îmzekirin.

    Senatoya Amerîkayê li gel peymanê jî dîsa biryar dabû ku dirêjkirina hinek mueydeyan bi qasî deh salan bê dirêjkirin.

     

     

    Etîketan:
    Hasan Ruhanî, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de