05:23 11 Kanûn 2017
Zindî
    hêzên Pêşmerge, operasyona Mûsilê

    Bi hezaran pêşmerge li dijî gotinên parlementera Gorran xwepêşandanek mezin li dar xistin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro bi hezaran pêşmerge li dijî daxuyaniya parlamentera Tevgera Gorranê Sirwe Ebdulwahid ya derbarê malbatên pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane xwepêşandanek li dar xistin. Di xwepêşandanê daxwaza darizandina Ebdulwahid jî hate kirin.

    Îro bi hezaran pêşmerge bo nerazîbûna xwe ya li dijî gotinên parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahid bidin nişandan li pêşberî Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê li hev kom bûn.

    Pêşmergeyên ku li pêşberî avahiya Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê xwepêşandanê kirin, daxwaza darizandina Sirwe Ebdulwahid hate kirin.

    Herwiha duh jî bajarên Hewlêr, Duhok û Soranê xwepêşandan hatin kirin. Pêşmergeyên ku beşdarî xwepêşandanê bûn ala Kurdistanê û hin parnkartên ku gotinên Ebdulwahid weke bêrêzî bi nav dikirin hildan.

    Di çend rojên bihorî de, Wezareta Pêşmrge û Hêza 70 a Pêşmerge, Fraksyona PDKê û 2 parlamenterên wê partiyê, û herwiha Rêxistina Aştî ya Xêrxwazî ya Navdewletî li dijî Sirwe Ebdulwahid li dadgehê doz vekirin.

    ​Sirwe Ebdulwahid piştî berfirehbûna bertekên li Kurdistanê yên li dijî gotinên wê, daxuyaniyek din da û tê de red kir, ku wê bêrêziya pêşmerge û malbatên wan kiriye.

    Hêjayî gotinêye ku Sirwe Ebdulwahid rojên borî beşdarî bernameyek ku bi televîzyonek erebî weşanê dikir bû û li wê derê îdia kir ku hin hevjînên pêşmergeyên ku di şer de jiyana xwe ji dane ji ber tunebûnê neçar dimînin ku laşê xwe bifroşin.

    Bi heman mijarî:

    Li Herêma Kurdistanê li hemberî hebûna leşkerên tirk xwepêşandan lidar ket
    'Heger Pêşmerge dijatiya ereban bikira 600 hezar ereb nedihatin'
    Fermandarê Pêşmerge: DAIŞ bi awayê mufrezeyan tevdigere
    Nûnerê Serokê Amerîkayê Pêşmerge Xelat kir
    'Pêşmerge axa Kurdistanê girtiye, ketina nav Mûsilê dê li ser daxwaza Iraqê be'
    2 hezar ereb dibin pêşmerge
    Etîketan:
    malbatên pêşmergeyan, qirêjî, şerê siyasî, pêşmerge, Sirwe Ebdulwahid, hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de