03:38 14 Kanûn 2017
Zindî
    Berdevka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed

    Fermandara YPJê: Me bi hezaran sivîl rizgar kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ku YPGê pêşengiya wê dike, di qonaxa duyem a operasyona Xezeb Firatê de bêtirî 15 gundan û bi hezaran sivîl rizgar kirin. Berdevka Odeya Çalakiyan a Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku îro sê gund ji û bi hezaran sivîl rizgar kirine.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên HSDê hatine bidestxistin, operasyona Xezeba Firatê ji çoltera rojavayî ya Reqqayê berdewam dike û derbeyên giran li DAIŞê xistine. Bêtir du hezar reqqayî jî di nav hêzên HSDê de ne û li dijî DAIŞê şer dikin.

    "DI QONAXA YEKEM DE 700 KÎLOMETRE HATIBÛN RIZGARKIRIN"

    Qonaxa yekem a operasyona Reqqayê di 5ê Cotmehê de dest pê kiribû û di wê qonaxê de 60 gund, mezra û girên stratejîk yên li ser berfirehiya 700 kîlometreyên çargoşeyî ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin.

    Ji aliyê din ve, qonaxa duyem a operasyonê di 10ê Berfanbarê de dest pê kiribû û Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê, Hêzên El Nuxbeyê, yên El-xed El-Sûriye, lîwaya Siwar El-Reqa û hêzên nû yên ji 500 çekdarên ereb ên reqqayî yên ji aliyê hevpeymana navdewletî ve hatine perwerdekirin jî di qonaxa nû de beşdar dibin.

    Şervanên YPGê yên girêdayî HSDê li nêzîkî Reqqayê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Şervanên YPGê yên girêdayî HSDê li nêzîkî Reqqayê

    HSDê ji bendava Tişrînê ya li başûrê Kobaniyê ve ber bi rojavayê Reqqayê ve diçe û bi piştgiriya tund a balafirên hevpeymanê, gelek gund û mezra ji destên DAIŞê derxistine.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, heta niha 15 gund li rojavayê Reqqayê ji DAIŞê hatine rizgarkirin û gundên Merwaniye, Cebel Kiraca, Hemîreya Biçûk, Hemreya Mezin, Kervedane û Deraniyeyê ji mayin û bombeyên DAIŞê li wan bicihkirine paqij dike.

    "DAIŞ NAXWAZE SIVÎL BIREVIN, JI BO WAN BIKE MERATLÊN ZINDÎ"

    Şerekî dijwar di navbera HSD û DAIŞê de berdewam dike û Berdevka Odeya Çalakiyan a Operasyona Xezeba Firatê û Fermandara YPJê Cîhan Şêx Ehmed bi Spûtnîkê re axivî.

    Ehmedê diyar kir ku operasyona Reqqayê bi awayekî serkeftî bi rê ve diçe, DAIŞê gelek wendahî dane û wiha dewam kir: "Operasyona Reqqayê wek me hêvî dikir, diçe. Hêzên me bi lezgînî bi pêş ve diçin. Ji dema me operasyon daye destpêkirin û heta niha, me gelek gund ji destê DAIŞê rizgar kirine. Ji duh heta îro me sê gund li herêma Qedriyeyê ji destên DAIŞê derxistine. Di pevçûnên tund de, me gelek milîtanên DAIŞê kuştin. DAIŞ wendahiyên giran dide. Navgîneke bombebarkirî ya DAIŞê berî ku bigihêje me, me teqand. Balafirên hevpeymanê bi tundî armancên DAIŞê bombebaran dike.

    Şervanên YPGê yên girêdayî HSDê li nêzîkî Reqqayê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Şervanên YPGê yên girêdayî HSDê li nêzîkî Reqqayê

    Herwiha Ehmedê diyar kir, bi korîdora ku wan ji duh ve vekiriye, bi hezaran sivîl hatine rizgarkirin û wiha pê de çû: "Ji ber DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kar tîne, naxwaze birevin û êrîşî yên direvin jî dike. Me biryar da ku em wan xelas bikin û me korîdor vekir û ew xelas kirin. Sivîl gelekî kêfxweş bûn ku hatin rizgarkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    HSD: Em amadene alîkarî bidin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê
    Şerê HSD û ASAyê li Bab û Minbicê berdewam dike
    "HSD hêza herî biqabiliyet e"
    HSD: Operasyona Reqqayê bi navê Xezeba Firatê dest pê kir
    HSD: Li hemberî DAIŞiyên ku ji Mûsilê birevin, me tedbîr li ser sînor standiye
    Amerîka: HSD ji Minbicê derketiye
    HSD: Civaka navdewletî siyaseteke dualî dimeşîne
    Etîketan:
    El-xed El-Sûriye, Hêzên El Nuxbeyê, DAIŞ, Cîhan Şêx Ehmed, Reqqa, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de