14:25 11 Kanûn 2017
Zindî
    Suriye ordusuna ait tanklar El Bab'a iyice yaklaştı

    DAIŞê li Babê bi fuzeyên ajotî du tangên Tirkiyê rûxand

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Babê yê bakurê Sûriyê di navbera DAIŞê û Artêşa Azad û leşkerên tirk de pevçûn gûr bûne. Di vê navberê de DAIŞê bi moşekên ajotî du tangên tirk rûxand.

    Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) hatine bidestxistin, li bajarê Babê Artêşa Azad û leşkerên tirk di encama pevçûnên gûr de gelek deverên li bakur û rojavayê bajêr ji DAIŞê bidest xistin. Di nava bajêr de şerên kolanan diqewimin û DAIŞ bi wesayitên bombebarkirî êrîşên xwekujî pêk tîne.

    Balafirên şer ên tirk li herêmê çeperên DAIŞê bombebaran dikin û ji asmanî belavokan ji bo sivîlan diavêjin da ku ji bajêr derkevin.

    Di vê navberê de DAIŞê li rojavayê Babê 2 tangên tirk bi fûzeyên ajotî rûxand. Ajansa DAIŞê Amaqê jî ragihand ku wan du tangên tirk bi fûzeyan rûxandiye.

    Herwiha tangeke din jî bi moşekên hawanê hate rûxandin. Ji ber ku li Babê pevçûn gûr bûye, Tirkiyê komeke komandoyên din şand herêmê.

    Bi heman mijarî:

    Li El Babê 4 leşkerên tirk birîndar bûn
    Artêşa Tirkiyeyê: bi dehan navgînên bombebarkirî û xwekuj li Babê hatin tespîtkirin
    Balafirên Artêşa Tirk li Babê belavok li gel belav kir: Bi qayila Xweda serkeftin nêz e
    ‘Tirkiyê demografiya Babê diguhere'
    Li Babê di navbera DAIŞ, ASA û leşkerên tirk de şerên gûr
    Etîketan:
    tangên tirk, Amaq, DAIŞ, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), Sûriye, Bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de