23:20 24 Hezîran 2018
Parlamentoya Tirkiyeyê

Banga civîna rewşa awarte ya parlamentoyê diyar bû

© REUTERS / Umit Bektas
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Parlamena Tirkiyeyê İsmail Kahraman îro di seetên sibehê de banga civîna rewşa awarte li wekîlên grûben parlamentoyê kiribû. Hat ragihandin ku armanca civîna rewşa awarte ji bo rakirina wêneyên Parlamenterên HDPeyî yê ji Lijneya Giştî ye.

Serokê Parlamena Tirkiyeyê İsmail Kahraman îro di seetên sibehê de banga civîna rewşa awarte li wekîlên grûben parlamentoyê kiribû. Piştî banga Kahraman kulîsên siyasetê li Enqereyê kete hereketê. Hat ragihandin ku armanca civîna rewşa awarte ji bo rakirina wêneyên Parlamenterên HDPeyî yê ji Lijneya Giştî ye.

Li gorî nûçeya Zeynep Gurcanliya rojnameya Sozcuyê, Wekîlê Serokê Grûba CHPê Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe de got: "Di seetên berê sibehê de Serokê Parlamentoyê banga civîna rewşa awarte kir, me jî got belkî rewşa parlamenterên girtî were axaftin, lê derket holê ku armanca banga civînê ji bo rakirina wêneyên Parlamenterên HDPeyî yê girtî ye."

Li gorî nûçeyê, Serokê Parlamentoyê İsmail Kahraman ji Wekîla Serokê Parlamentoyê ya HDPeyî Pervin Buldan daxwaz kiriye ku dawiya vê hefteyê di notirvaniya wê bila wêneyên Parlamenterên HDPê yên girtî ji Lijneya Giştî werin rakirin, lê Buldan ev daxwaz Kahraman qebûl nekiriye.

Bi heman mijarî:

Li Parlamentoya Tirkiyeyê li hemberî Kurdî bertek
Parlamentoya Almanyayê wê ji bo geşedanên li Tirkiyeyê bicive
Carter li parlamentoya Tirkiyeyê got: "Em dostê we ne"
Parlamentoya Iraqê: "Bila Balyozê Tirkiyeyê were dersînorkirin"
Mohgerini ji bo Tirkiyeyê bangî Parlamentoya Ewropayê kir
Etîketan:
Parlamenterên HDPeyî yên girtî, Serokê Parlamena Tirkiyeyê, Pervin Buldan, İsmail Kahraman, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de