14:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: "Em dixwazin YE adil be"

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku em ji Yekîtiya Ewropayê beriya her tiştî dixwazin ku li hemberî Tirkiyeyê adil be.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku em ji Yekîtiya Ewropayê beriya her tiştî dixwazin ku li hemberî Tirkiyeyê adil be. Em naxwazin alîgiriya Tirkiyeyê jî bikin, bila li kêleka rastiyê cih bigirin.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu piştî pêşwazîkirina hemkarê xwe yê çekyayî Lubomir Zaoralek û hevdîtina di navbera heyetan de civîneke çapemenî lidar xist.

    Çavuşoglu di axaftinaxwe bal kişand civîna Wezîrên Derve yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê û got: "Daxwaza me ji Yekîtiya Ewropayê beriya her tiştî bila adil be. Em naxwazin ne alîgirên me, ne yên raportoran û Parlamentoya Ewropayê û ne jî yên konseyê bigirin. Bila li kêleka rastiyê cih bigirin. Heke Tirkiyeyê wekî şirîkekî wekhev nebînin tu wateya hevkarî û têkiliyên namîne. Ji bo vê divê me şirîkekî wekhev bibînin, dema em rûniştin maseyê em dikarin kemasiyan biaxivin, müzakere bikin û pêwistiyên krîteran bi cih bînin."

    Wezîrê tirk di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ji bo bicihanîna krîteran amade ne. Yekîtiya Ewropa li şûna ku dersan bide,divê li ser çareseriya pirsgirêkan raweste. Dîsa em ji YEyê dixwazin li şûna ku Tirkiyeyê tehdîd bikin bila werin û rastiyan li cih bibînin."

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Guh bidin daxuyaniyên me ne yên Reutersê
    Çavuşoglu ji Spûtnîkê re got: "Em bi Rûsyayê re pirsgirêkên xwe çareser dikin"
    Çavuşoglu piştrast nekir ku ASA ketiye Babê
    Çavuşoglu: "Rûsya rasterast nabêje Sûriye nekiriye, dibêje NHBê wê tunene"
    Çavuşoglu: Em ji rewşa Helebê bitirs in û divê Esad biçe
    Etîketan:
    Çavuşoglu bangî YEyê kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Lubomir Zaoralek, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de