15:02 25 Hezîran 2018
Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu: Guh bidin daxuyaniyên me ne yên Reutersê

© REUTERS / Umit Bektas
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavusoglu û Wezîrê Karên Derve yê Çekyayê Lubomir Zaoralek îro hatin ba hev û niha civîneke hevpar ya çapemeniyê li dar dixin. Çavuşoglu destnîşan kir ku bo tehliyekirina sivîlê Helebê divê agirbest bê ragihandin.

Çavuşoglu tiştên ku li Helebê diqewime wekî ‘drameke mirovî' binav kir û got: ‘Bo tehliyekiran sivîlên li Helebê divê agirbest bê ragihandin. Wê Tirkiye li hember vê rewşê bêdeng nemîne'

‘GUH BIDIN DAXUYANIYÊN ME NE YÊN REUTERSÊ'

Çavuşoglu derheqê nûçeya ‘Rayedarên tirk û rûs bo rewşa Helebê binirxînin dê sibehê li Tirkiyeyê bên ba hev' got: ‘Em îro û sibehê û her roj bi Rûsya û welatên din re di nava peywendiyê de ne da ku em çareseriyekê bibinin.'

Li ser israra rojnamevanan ya derbarê nûçeya Reuters, Çavuşoglu bertek da rojnamevanan û got: ‘Em bi Rûsya welatên din re her di nava peywendiyê de ne. Hevdîtina sibehê ne hevdîtineke spesifik e. Guh bidin daxuyaniyên me ne yên Reutersê.'

 

Bi heman mijarî:

Rayedarên rûs û tirk wê bi rojeva Helebê werin ba hev
Artêşa Sûriyê serkeftina Helebê ragihand
'Têkiliya êrîşa Palmîrayê bi Helebê re heye'
Artêşa Sûriyeyê 98% ji Helebê kontrol kir
Etîketan:
çareseriya mirovî, şerê helebê, Mevlut Çavşoglu, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de