02:51 22 Hezîran 2018
18 hezar sivîl rojhilatê Helebê terikandin

Rayedarên rûs û tirk wê bi rojeva Helebê werin ba hev

© Sputnik .
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di nûçeya Reutersê de ku spartiye rayedarekî tirk, hatiye gotin ku rayedarên tirk û rûs wê ji bo rewşa Helebê sibê li Tirkiyê bên ba hev.

Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku wê rayedarên Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê û yên Rêxistina Istixbarata Tirkiyê (MIT) beşdarî hevdîtinê bibin û wê vekirina korîdorê ya ji bo derxistina sivîl û muxalifên li Helebê û avakirina agirbestê werin gotûbêjkirin.

Rayedar herwiha diyar kir ku wê hewldanên ji bo derxistina muxalifên li Helebê yên ligel DYAyê û welatên weke Îranê, yên Yekîtiya Ewropayê (YE) û welatên Kendavê jî berdewam bikin.

Di vê navberê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku civîna du nûçeya Reutersê de ne civîneke spesifik e û rayedarên tirk û rûs her gav tên ba hev.

Bi heman mijarî:

'Têkiliya êrîşa Palmîrayê bi Helebê re heye'
Artêşa Sûriyeyê 98% ji Helebê kontrol kir
Di 24 saetên dawî de 3946 jê zarok, 7796 sivîl ji rojhilata Helebê derketin
Artêşa Sûriyê serkeftina Helebê ragihand
Li Helebê bi rizgarkirinê re pîrozbahî destpêkirin
Etîketan:
sivîl, YE, Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyayê (MIT), Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu, Welatên Kendavê, DYA, Îran, Sûriye, Tirkiye, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de