09:33 12 Kanûn 2017
Zindî
    Şaxa HDPê ya Stenbolê

    Ji Parlamentera HDPê daxuyanî: "Ma ev dîmên xweş e?"

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamentera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya ji bo operasyona Şaxa HDPê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist. Kaya, min dixwest ez xêrhatinê li we bikim, ma ev dîmên xweş e?

    Parlamentera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya ji bo operasyona Şaxa HDPê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist. Kaya di civînê de rewşa dawî ya avahiyê nîşanî rojnamevanan da û got: "Min dixwest xêrhatinê li we bikim, lê ka ji xwe re li vî dîmênî temaşe bikin xweş e an? Ev dîmên rewşa ku em têde ne baş nîşan dide û ev kare wê têkevin rûpelê dîrokê.

    HEKE HÛN BIXWAZIN DIKARIN DI NAVA 24 SEETAN DE AŞTIYÊ BÎNIN

    Huda Kaya di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke hûn bi rastî semîmî bin û hûn aştiyê bixwazin û hûn bêjin bila mirovên bi êş û keder li vî welatî neminin, dayîk bes bigirîn û tabut bes herin hûn dikarin di nava 24 seetan de aştiyê bînin vî welatî."

    EM HEMLEYA AŞTIYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN

    Kaya di dawiya axaftina xwe de bagî civaka navxweyî kir û got: "Ez careke din ve peyva xwe dubare dikim, ez daxwaza parlamenter, serok, rêvebir û gelê me dîsa dubare dikim, werin ey gelê me, werin ey kesên ku ne HDPeyî ne, kesên ku dibêjin em qetlîaman naxwazin werin li hemberî hemleya şer em hemleya aştiyê bidin destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera HDPê Huda Kaya hat binçavkirin
    Dozgeriyê bang li parlementera HDPê Huda Kaya kir
    Huda Kaya: ‘Dozger kujerê Tahir Elçi vedişêre'
    Huda Kaya: 'Rayedar û mafyayê dest dane hev û aştîxwazan lînç dikin'
    Huda Kaya: 'Erdogan xwe wekî serok nabîne, xwe wekî rizgarkerê Alema Îslamê dibîne.'
    Etîketan:
    Operasyona polêsan a Şaxa HDPê ya Stenbolê, Parlamentera HDPê ya Stenbolê, Huda Kaya, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de