04:35 16 Kanûn 2017
Zindî
    heleb-zarok-şer-penaber

    Artêşa Sûriyeyê 98% ji Helebê kontrol kir

    © Foto: Pierre Le Corf « We are superheroes »
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda Şopandina Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê li Himeymimê ragihand ku Artêşa Sûriyeyê 98% ji Helebê kontrol kir û tenê 3 km çargoşe di destên çekdaran de mane.

    Bêtirî 7 hezar sivîlên ku çûbûn rojavayê Helebê vegeriyan malên xwe yên li rojhilatê bajarî.

    Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Helebê ji çekdaran ve û heta niha 44 hezar jê zarok, 110 hezar kes ji rojhilatê Helebê derketibûn.

    Herwiha navendê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand: "Di 24 saetên dawî de 3946 jê zarok, 7796 sivîl ji wan deverên ku hîn di bin destê çekdaran de bi alîkariya navenda şopandina agirbestê ya rûsî hatine derxistin. 375 çekdaran jî çekên xwe danîn."

    Çavkaniyê ragihand ku navendê mayin ji berfirehiya 16.3 hektarî paqij kirin.

    Herwiha hat diyarkirin ku 1182 jê bombeyên bidestan çêkirî, 1225 bombe hatine neçalakkirin.

    Ji aliyê din ve, rayedarên leşkerî diyar kir ku mayin ji 48 avahiyan rakirine ku 5 ji wan dibistan in, yek cihê ketiyan û jîngehek bûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Esad: Heleb dê boçûna tevahiya şerê Sûriyeyê biguherîne
    Terorîstan Heleb bombebaran kirin û zarok jî di nav de 12 kes mirin
    Heleb heya dawiya salê wê were rizgarkirin?
    Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
    “Heleb ji Sûriyeyê re, termê projeya kurdan ji Tirkiyeyê re”
    Etîketan:
    koçber, sivîl, mayin, Rûsya, heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de