01:30 14 Kanûn 2017
Zindî
    erdhej

    Li Wanê di nava 6 seetan de 7 caran erdhej pêk hat

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeyên Gewaş, Payîzava û navçeya navendî ya Wanê di nava 6 seetên dawî de bi dijwariya 1.5 û 4.3 7 erdhejên cuda pêk hatin.

    Li gorî agahiyên ku ji Enstîtuya Lêkolînên Erdhej ên ji Resatxaneya Kandilliya Zanîngeha Bogaziçiyê hatine wergirtin, erdheja pêşî seet di 23.51ê de bi dijwariya 1.5ê li taxa Mollakasim a navçeya Tuşbayê pêk hat.

    Seet di 01.22an de li taxa Umut a navçeya Payîzava du erdhejên bi dijwariya 3.1 û 4.3 li pey hev pêk hatin.

    Li gorî resatxanê seet di 02.10an de dîsa li navçeya Payîzava li taxa Cevizalanê bi dijwariya 2.2 erdhejeke din pêk hat.

    Herwiha seet di 04.31ê de dîsa li taxa Umut a navçeya Payîzavayê bi dijwariya 3.5 û 3.2 du erdhejên din qewimîn.

    Li gorî zanyariyan erdheja dawî ji seet di 06.29an de li taxa Yoldondu ya navçeya Gewaşê bi dijwariya 1.9ê pêk hat. Li navçe û Wanê di nava 6 seetan de 7 erdhejên ku pêk hatin li bajêr bû sedema tirsê.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Qelqeliya ya Wanê erdhej çêbû
    Li Giravên Solomonê bi mezinahiya 6.9 erdhej pêk hat
    Li Kaliforniyaya Bakur erdhej
    Li Endonezyayê erdhej: 20 mirî
    Li Tacikistanê erdhej çêbû
    Li Wanê erdhej pêk hat
    Etîketan:
    Li wanê erdhej, Enstîtuya Lêkolînên Erdhej ên ji Resatxaneya Kandilliya Zanîngeha Bogaziçiyê, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de