13:09 21 Hezîran 2018
Abdullah Ocalan

Çûnûhatina heyeta Îmraliyê dewam dike

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Namzeda Serokatiya Giştî ya MHPê Meral Akşener û ji terefê Devlet Bahçeli ve ji partiyê hat îxrackirin ragihand ku çûnûhatina heyeta Îmraliyê dewam dike.

Namzeda Serokatiya Giştî ya MHPê Meral Akşener ku di heman demê de Wezîrtiya Navxweyî ya Tirkiyeyê jî kir û ji terefê Devlet Bahçeli ve ji partiyê hat îxrackirin di axaftina xwe de got: ";Ez wekÎ Wezîra Navxweyî ya berê li gorî agahiyên ku min bi dest xistine çûnûhatina heyeta Îmraliyê dewam dike."

BERÊ JÎ HEQARET LI ULKUCUYAN KIRIBÛN

Meral Akşener di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez wekî Wezîra Navxweyî ya berê li gorî zanyariyên berdestê min çûnûhatina heyeta Îmraliyê berdewam e. Ez vê agahiyê ji vir eşkere bikim. Piştî ku ev xeyalên xwe yên serokatiyê bi cih anîn ku berê çawa heqaret li ulkucuyan kiribûn û gotibûn ‘ev Fatihaya xwe jî nizanin' wê dîsa heqaretê li ulkucuyan bikin. Ev mentiqê bikarbîne û paşî bavîne bikar tînin."

Bi heman mijarî:

Meral Akşener ji MHPê hate avêtin
Ji MHPê daxwaza derkirina Meral Akşener
Meral Akşener: Ez berpirsiyariya bûyerên failên wan ne diyar hildigirim
Erdogan, di Îlona 2017an de wê bikaribe bibe Serokê AKPê
Erdogan bo polîsan: Rehmê nekin
Etîketan:
Serokê Giştî yê MHPê, Çûnûhatina heyeta İmraliyê berdewam e, Namzeda Serokatiya Giştî ya MHPê, Devlet Bahçeli, Meral Akşener, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de