02:57 22 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan, di Îlona 2017an de wê bikaribe bibe Serokê AKPê

© Sputnik / Sergey Guneev
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî pergala serokatî ku pêşkêşî parlamentoyê kirine, hat îdîakirin ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan di Îlona 2017an de wê dîsa bikaribe bibe Serokê AKPê.

Recep Tayyip Erdogan
© Sputnik / Sergey Guneev
Li gorî pergala serokatî ku pêşkêşî parlamentoyê kirine, hat îdîakirin ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan di Îlona 2017an de wê dîsa bikaribe bibe Serokê AKPê.

AKPê roja şemiya borî bi îmzeya 316 parlamenterî pêşniyara guherîna Destûra Bingehîn pêşkêşî Serokatiya Meclisê kiribû û li gorî zanyariyan heke peşniyara destûrê di referandumê de were qebûlkirin Erdogan wê bikaribe vegere serokatiya partiya xwe.

Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê, piştî vê pevajoya referandumê ne diyare ku Erdogan kengî vegere sere partiyê ev jî dê bi pêvajoya kongreyê diyar bibe.

Herwiha li gorî rêziknameya AKPê kongreyên ku serokê partiyê diyar dibe du salan carekê çêdibe. Ev kongre herî zêde salekê tê dirêjkirin û dibe hetanî 3 salan jî neyê kirin. AKP kongreya xwe ya awarte di Îlona 2015an de kiribû û di vê rewşê de ji bo kongreya 6emîn dîrok Îlona 2017an derdikev pêş. Li gorî îdîayan Erdogan di vê kongreyê de wê derbasî serê partiyê bibe. Kongreya 6emîn herî zêde hetanî Îlona 2018an dikare were dirêjkirin.

Bi heman mijarî:

Erdogan bo polîsan: Rehmê nekin
Merkel sersaxî ji Erdogan re xwest
Bi serokatiya Erdogan li Stenbolê civina ewlehiyê tê lidarxistin
Erdogan: Dê bedelên girantir bidin
Ji Pûtîn bo Erdogan peyama sersaxiyê: "Em bawerin ku wê bê ceza nemîne"
Etîketan:
Kongreya awarte ya AKPê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de