17:27 18 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîna Stenbolê

    Xwekujên teqîna Stenbolê bi hev re çûnê cihê bûyerê

    © AP Photo/ Halit Onur Sandal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat rahigandin ku xwekujên teqîna Stenbolê ku di bûyerê de 37 jê polês bi tevahî 44 kesî jiyana xwe ji dest da bi wesayîta Chevrolet bi hev re çûne cihê bûyerê.

    Hat rahigandin ku xwekujên teqîna Stenbolê ku di bûyerê de 37 jê polês bi tevahî 44 kesî jiyana xwe ji dest da bi wesayîta Chevrolet bi hev re çûne cihê bûyerê.
    Li gorî nûçeya Çetin Aydin û Fevzi Kizilkoyunê rojnameya Hurriyetê, hêzên ewlehî derbarê teqîna Stenbolê de bi hûrgilî lêpirsîn û lêkolînê didomînin.

    WESAYÎT 4 BERÊ HATIYE STANDIN

    Li gorî lêkolînên hêzên ewlehî ku ji reqemên wesayîta teqînê bi dest xistine, wesayît reş û li bajarê Stenbolê qeydkiriye û marqa wê Chevrolet Aveo ye. Wesayît di 9ê Berfenbarê de li navçeya Buyukçekmecê hatiye standin. Wesayît berî teqînê bi 4 rojan li notereke navçeya Kartalê peymana firotinê hatiye çêkirin. Hat ragihandin ku di nava 13 kesên ku hatine binçavkirin de kesê ku wesayît li ser navê wî ye jî heye.

    DIBÛ HEJMARA KUŞTIYAN ZÊDE BIBE

    Di lêkolînê de derket holê ku roja bûyerê wesayît ji rêgeha E-5ê derbasî Mecidiyekoyê bûye û di seet 22.27an de jî gihîştiye devê Zanîngeha Teknîk a Stenbolê ya li Gumussuyuyê. Li gorî zanyariyan herdu xwekuj jî di wesayîta Chavroletê de çûne cihê bûyerê. Li gorî berpirsan heke xwekujan li cihê civînê bombeya serxwe biteqandana dibû hejmara kuştiyan hê zêdetir bibûna.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara kuştiyên teqîna Stenbolê gihîşte 44an
    Amerîka ji bo teqîna Stenbolê: "Em êrişê şermezar dikin"
    Piştî teqîna Stenbolê rojek şîn hate ragihandin
    Hejmara kesên ku di teqîna Stenbolê de jiyana xwe ji dest dan gihîşte 38an
    17 kes di çarçoveya teqîna Stenbolê de hatin girtin
    Etîketan:
    44 kes hatin kuştin, hejmara kuştiyên teqîna Stenbolê, Teqîna xwekujî ya Stenbolê, Fevzi Kizilkoyun, Çetin Aydin, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de