22:32 18 Hezîran 2018
erdhej

Li navçeya Qelqeliya ya Wanê erdhej çêbû

© Flickr /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Wanê navçeya Qelqeliya (Ozalp) erdhejeke bi pileya 4.4 pêk hat.

Li gor daneyên Serokatiya Rêvebiriya Rewşên Lezgîn û Bobelatan a Tirkiyê (AFAD) li navçeya Qelqeliya (Ozalp) ya bajarê Wanê li dor demjimêr 2'yê şevê erdhejeke bi hêza 4.4 pêk hat.

Hat ragihandin ku bandora erdhejê ji xeynî navçeya Qelqeliyê li bajarokên din û navenda Wanê jî hatiye hîskirin. Li gor zanyariyan di encama erdhejê de ti windahiyên canî û madî çênebûne.

Herwiha Enstîtu û Çavdêrxaneya Kandîllî ya Erdhejan a li Zanîngeha Bogaziçiyê ragihand ku pileya erdhejê 4.6 e û navenda erdhejê jî gundekî navçeya Payîzava (Gurpinar) ye.

Bi heman mijarî:

Li Giravên Solomonê bi mezinahiya 6.9 erdhej pêk hat
Li Kaliforniyaya Bakur erdhej
Li Endonezyayê erdhej: 20 mirî
Li Tacikistanê erdhej çêbû
Li Wanê erdhej pêk hat
Etîketan:
Qelqeliya, Ozalp, Payîzava, Gurpinar, Wan, Erdhej, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de