12:43 20 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan bo polîsan: Rehmê nekin

© Sputnik / Sergey Guneev
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê ji bo sersaxiyê serdana Navenda Polîsên Hêzên Çevîk kir.

Erdogan li dema serdanê ji polîsan re axivî û got, ‘Em wek dewlet li pişt we ne. Ew mafên ku ji bo têkoşîna terorê ji we re hatine dayîn xwe jê nedin alî û teqez bikar bînin. Hîç rehmê li zaliman nekin, çi pêwîst be bikin. Ji xwe ku ew terorîst be…'

ERDOGAN: HÊZÊN EMPERYAL DIXWAZIN WELATÊ ME PARÇE BIKIN

Serokomarê Tirkiyê li ser têkiliya êrîşên Stenbolê welatên Rojavayî îşaret kir û wiha pê de çû: "Serê we sax be, Xweda rehma xwe li şehîdên me bike. Helbet ev êrîşên dawî yên terorê gavên rojavayîyan û hêzên emperyal in ku dixwazin welatê me yê her diçe bihêz dibe parçe bikin. Ti tehemula wan a ji bihêzbûna Tirkiyê û tirkan re nîne. Gelekî ji vê nerehet in. Her çiqas tehemul nekin jî îmana me heye, biryardariya me heye; dê ev welat çawa ku dîrokê de mînaka wê heye dîsa bi awayekî bihêz ji nû ve xwe şîn bike û li şûna xwe rûne. Em dê vê bi hev re bikin. 35 sal in li vî welatî teror heye û ev têkoşîn bi awayekî 35 sal in berdewam dike."

Bi heman mijarî:

Merkel sersaxî ji Erdogan re xwest
Bi serokatiya Erdogan li Stenbolê civina ewlehiyê tê lidarxistin
Erdogan: Dê bedelên girantir bidin
Ji Pûtîn bo Erdogan peyama sersaxiyê: "Em bawerin ku wê bê ceza nemîne"
Erdogan: Ha wa ketin El-Babê û komandoyên me li dû wan in
Etîketan:
Serdana Polîsên Stenbolê, Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de