04:31 16 Kanûn 2017
Zindî
    hdp

    Parlemantarên HDPê Demirel û Konca hatin binçavkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlemantara HDPê ya Diyarbekirê Çagla Demirel û parlemantarê Sêrtê yê HDPê Besîme Konca dema ku ji parlemantoyê derdiketin hatin binçavkirin.

    Parlemantera HDPê ya Diyarbekirê Feleknas Uca li ser hesabê xwe yê twitterê agahiya binçavkirinê parve kir û got, 'Li Enqerê Besîme Konca û Çaglar Demirel parlemantarên me hatin binçavkirin.'

    Navenda Giştî ya HDPê jî li ser binçavkirina parlemantaran daxuyakirin, 'Parlemantarên me yê Koma Parlemanê Çaglar Demirell û parlemantera me ya Sêrtê Besîme Konca li ber navenda me hatine binçavkirin.'

    ​Hat ragihandin, parlemantarên HDPê bi sedema dozên li Dadgehên Batman û Diyarbekirê li wan hatine vekirin hatine binçavkirin ku derheqê wan de biryara girtinê hatibû derxistin.

    Parlamentarên HDPê piştî ku birin Şûbeya Navenda Giştî ya Polîsên Enqerê di kontrola saxlemiyê li ser wan hat kirin û hatin binçavkirin.

    Etîketan:
    Binçavkirina parlemanteran, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de