15:53 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ashton Carter

    Wezîrê Parastinê yê DYAyê û Serokwezîrê Iraqê hatin ba hev

    © AFP 2017/ PIERRE-PHILIPPE MARCOU
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Ashton Carter û Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî li Bexdayê hatin ba hev.

    Hûrgiliyên hevdîtinê li ser malpera fermî ya Serokwezîriya Iraqê ve hate parvekirin. Mijara hevdîtinê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê, rewşa herêmên hatine rizgarkirin û alîkariya çekan ya bo artêşa Iraqê bû.

    EBADÎ: SERKEFTIN NÊZ E

    Ebadî destnîşan kir ku operasyona Mûsilê di çarçoveyek mirovî de tê meşandin û got hêzên iraqî bo parastina jiyana sivîlan bi baldarî tevdigerin. Herwiha Ebadî daxuyand ku û got serkeftina wan nêz e.
    Carter ji pesnê wêrekî û profesyoneliya leşkerên artêşa Iraqê da û diyar kir ku DYA û civaka navneteweyî di şerê li dijî terorê de li ba Dewleta Iraqê ne.
    Carterê îro ji Bahreynê derbasî Bexdayê û ji wir jî çû Hewlêrê da ku hevdîtinên fermî pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Serokwezîrê tirk got, piştî operasyona Mûsilê, ew ê hêzên xwe ji Başîkayê vekişînin
    Li Mûsilê 3 taxê din hatin rizgarkirin
    Amerîkayê li Mûsilê "bi şaşî" li leşkerên iraqî xist: 90 mirî
    Li Mûsilê belavokên mizgîniyê hatin belavkirin
    Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî alîkarî gihand hezar malbatên Mûsilê
    Etîketan:
    şerê mûsilê, alîkariya leşkerî, parastin, heydar ebadî, Ashton Carter, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de