23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Fikri Işik

    Têkiliya 22 hezar 85 kesan ji Artêşa tirk hat qutkirin

    © REUTERS/ Tumay Berkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik ragihand ku tevlî 16 hezar û 409 xwendekarên leşkerî, bi giştî têkiliya 22 hezar û 85 kesan ji Artêşa tirk ve hat qutkirin

    Wezîrê Berevaniyê Fikri Işik di Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de axivî û got: "Ji Artêşa Tirk heta niha 5 hezar û 676 personel ji ber ku bi FETOyê re têkildar bûn hatin derxistin, 39 personel cardin ji bo wezîfê hatin vegerandin. Dema ku em tevlî 16 hezar 409 xwendekarên leşkerî binirxînin têkiliya 22 hezar û 85 kesan ji Artêşê hatiye qutkirin.

    Işik diyar kir ku piştî hewldana derbeyê di nava artêşê de gelek reform hatine kirin û wiha berdewam kir: "Ji wê rojê heta niha, ji bo kontrola demokratîk a li ser artêşê zêdetir bibe, ji bo ku artêş bêhtir bi karê xwe yê bingehîn ve mijûl bibe, ji bo hevsengiya hêzê û nêrîna demokratîk bi temamî di nava artêşê de bi cî bibe, yekîtiya leşker û sivîlan çêbibe me gelek gav li dû hev avêtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Zanîngeha Stenbolê operasyona FETOyê
    Midûrê Girtigeha Silivriyê ji doza FETOyê hat binçavkirin
    Wezîr: Nêzîkî 50 hezar endamên Egitim-Senê ji ber FETOyê tên lêpirsîn
    Li 16 bajaran operasyona FETOyê: 80 desteserkirî
    Serokê AKPê yê Tavşanliye ji FETOyê hat desteserkirin
    Fermandarê ku ji FETOyê hat girtin mirî hate dîtin
    Etîketan:
    Artêşa tirk, Parlamentoya Tirkiyê, FETO, Fikri Işik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de