14:11 11 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê li Hesekê

    Li Palmirayê di navbera Artêşa Sûriyê û DAIŞê de pevçûnên gûr

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li nêzîkî bajarê kevnare Palmirayê, li yek du deveran di navbera Artêşa Sûriyê û DAIŞê de pevçûnên gûr diqewimin.

    Çavkaniyê leşkerî yê ji RIA Novostiyê re axivî ragihand ku, li nêzîkî bajarê Palmirayê li yek du deveran, di heman demê de di navbera artêşa Sûriyê û DAIŞê de şerên gûr diqewimin.

    Çavkaniyê got: "Di navbera Artêşa Sûriyê û DAIŞê de li navçeyên Cazal û Şaerê yên Palmîrayê, pevçûnên gûr diqewimin. Rewşa rageşiyê ya li çiyayên El-Tarê weke xwe ye. Yekîneyên artêşê, ji nû ve xwe kirin kom û neçar man ku hin deverên bilind berdin."

    Çavkaniyê herwiha diyar kir ku pevçûn li derveyî bajarê Palmirayê rû didin û wiha berdewam kir: "Bajarê kevnare Palmira di bin kontrola artêşê de ye. Duh û îro, êrîşên pir ên li ser bajar me hişt ku têk biçin. Terorîst hewl didin ku ji gelek deveran êrîş bikin."

    Bi heman mijarî:

    Pisporên rûsî Palmirayê ji mayinan paqij dikin!
    Ramboyê rûsî li Palmirayê jiyana xwe ji dest da
    Pûtîn ji bo Palmirayê bi Rûhanî re axivî
    Kontrola Kelha Palmirayê kete destê artêşa Sûriyeyê
    Balafirên Rûsyayê li Palmirayê tank û cebilxaneya DAIŞê îmha kirin
    Etîketan:
    şer, RIA Novosti, Artêşa Sûriye, DAIŞ, El-Tar, Şaer, Cazal, Sûriye, Palmîra
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de