05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Kampa Başîqayê

    Iraq: Serokwezîrê tirk got, piştî operasyona Mûsilê, ew ê hêzên xwe ji Başîkayê vekişînin

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim gotiye ku piştî operasyona Mûsilê wê hêzên xwe ji Başîkayê vekişînin.

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim bi rêya telefonê li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî geriya. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Yildirim di hevdîtinê de gotiye wê hêzên xwe piştî operasyona Mûsilê ji Başîkayê vekişînin. Yildirim behsa hevgirtina xaka Iraqê kiriye û gotiye ku ew li gel berdewamkirina peywendiyên aborî û bazirganiyê yên bi Iraqê re ne. Yildirim daxwaza civîna hevbeş a wezîran a herdu welatan kiriye.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî gotiye ku pêwîst e hemû welatên cîhanê rêzê li serweriya Iraqê û hevgertina xaka Iraqê bigirin û wiha axivî: "Pêwîste Tirkiye hêzên xwe ji kampa leşkerî ya Başîkayê vekişîne û wê yekê jî ragihîne."

    Bi heman mijarî:

    Li ser Başîkayê li hev kirin: Tirkiyê soz da!
    Iraqê bo Kampa Başîkayê pêşniyarek li Tirkiyeyê kir
    McGurk: ‘Hêzên tirk ên li Başîkayê ne di nava hevpeymanê de ne'
    Yildirim: Pêşmerge li Başîkayê alîkarî xwest
    Reuters: Li Başîkayê kontrol di bin destê Pêşmergeyan de ye
    Ji Koşka Spî daxuyaniya Başîkayê
    Fermandarê Pêşmerge nûçeya di derbarê pevçûna li Başîkayê de derewand
    Etîketan:
    leşkerên tirk, Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezareta Iraqê, Binali Yildirim, Heyder Ebadî, Başîka, Mûsil, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de