23:52 13 Kanûn 2017
Zindî
    El Bab

    ‘Tirkiyê demografiya Babê diguhere'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Meclîsa Babê Ehmed Hemo îdia kir ku sedî 70 ji niştecihên Babê, ji ber kiryarên dewleta tirk û DAİŞiyan, koçber bûne û got ku armanca ji koçberkirinê, guhertina demografiya herêmê ye.

    Li gorî nûçeya ANHAyê, Hemo wiha axivî: "Dewleta tirk dixwaze demografiya herêmê li gorî xwe bide guherandin, ji ber vê yekê, komkujiyan pêk tîne, da ku gelê herêmê koçber bibe."

    Hemo îdia kir ku DAIŞê û Tirkiyê lihev kirine û wiha berdewam kir: "Piştî lihevkirina di navbera DAIŞê û Tirkiyê de herêm têne radestkirin, ji ber vê yekê heta niha ji sedî 70 şêniyên herêmê yên resen koçber bûne. Piraniya koçberan li Efrîn û herêmên Şehbayê bi cih bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Babê di navbera DAIŞ, ASA û leşkerên tirk de şerên gûr
    Leşkerên tirk ên li Babê birîndar bûne anîn Kilîsê
    Çavuşoglu piştrast nekir ku ASA ketiye Babê
    Artêşa Azad û artêşa tirk ketin Babê
    ‘Artêşa tirk êrişî Babê kir'
    Li El Babê 6 leşkerên Tirk birîndar bûn
    Etîketan:
    guhertina demografiyê, Meclîsa Leşkerî ya Babê, DAIŞ, ANHA, Ehmed Hemo, Şehba, efrîn, Tirkiye, Sûriye, Bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de