04:24 16 Kanûn 2017
Zindî
    Parlementerê HDPê Sirri Sureyya Onder

    Onderê HDPyî: Davutoglu got," Rojava ne xeta me ya sor e"

    © Foto: HDP - Navenda Giştî
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyye Onder got: "Gava deklarasyona Dolmabhçeyê dihat îmzekirin, serokwezîrê yê wê demê Ahmet Davotoglu ji min re got, 'tika dikim, peyama min bigihînin. Rojava ne xeta me ya sor e'. Bila wezîrek an jî Davutoglu bibêje, ne wiha ye, ez ê lêborînê bixwazim.

    Onder li encûmena giştî ya Parlementoya Tirkiyeyê li ser "pêvajoya çareseriyê" axivî û wiha got: Ev wêneyê hûn dibînin, yê deklarasyona Dolmabahçeyê ye. Birêz Balukenê ku niha girtî ye, li ser rûdinê. Me bi du wezîr û serwekîlê we re ew deklarasyona dîrokî îmze kiriye. Em ê banga kongreya çekdanînê bikin. Heyeta hikûmet û dewletê birijdî tika ji birêz Ocalan kir. 'Berî vê deklarasyonê, banga çekdanînê bikin'. Daxuyaniya pêşî ya Serokkomarî jî pesendker bû û tiştekî wek 'me bêtir hêvî dikir; hevalên me dixebitin. Birêz Ocalan —heyeta li wê derê jî dibêje, birêz Ocalan- piştî ku ew deklarasyona dîrokî xwend, got "bila encûmena şopandinê were. Bi pergala konferansê ya li qata jorê li Îmraliyê hatiye damezirandin û di hizûra heyetê de, ez ê tarîxa kongreya çekdanînê diyar bikim." Di meseleya tarîxê de jî lihevkirin hebû û hewl dihatin kirin ku bigihêje Newrozê.

    "KÎJAN DEWLET? YA AŞTIYÊ DIXWAZE YAN A SABOTE DIKE?"

    Parlementerê HDPê axiftina xwe wiha dewam kir: "Piraniya heyeta şopandinê jî, ji aliyê hikûmetê ve hatibû pêşniyarkirin. Ji Ahmet Taşgetirenî bigire heta navên wek Hilal Kaplan jî di nav wan de hebûn. Piştî hat gotin ku bila ev axiftin bên tomarkirin, nîqaşên heyeta şopandinê rawestiya. Nav ketin medyayê. Hikûmetê em tawanbar kirin. Me bi hev re tesbît kir ku ew nav ji organên medyayê yên nêzîkî hikûmetê derketine. Hikûmetê got, "baş e, ji me re derketine." Loma pirsyara "kîjan dewlet?" giring e. Dewleta aştiyê dixwaze yan a sabote dike?

    Birêz Ocalan dê ji bo kongreya çekdanînê bang bikira. Hikûmetê jî nêzakatiyeke pesendker ji bo vî tiştî nîşan da û bi vî awayî wêneyê Dolmabahçeyê derket holê. Kesê herî zêde ked da jî, îro di girtîgehê de ye; Birêz Idris Baluken Heyeta me ya birêz Baluken jî tê de bû, 117 caran bi heyeta hikûmet û dewletê re civiya. Hemû ji bo bidestxistina zimanekî hevbeş û rawestandina rijîna xwînê bû."

    "ÇI ÇÊBÛ KU ME DEST BI NÎQAŞA ROJAVAYÊ KIR Û EM NEMA DIKARIN GAVEKÊ BI PÊŞ DE BIÇIN?"

    Onder diyar kir ku Davutoglu hevdîtineke heyeta Îmraliyê de jê re gotiye, "pêşî Rojava ne di rojeva pêvajoya çareseriyê de bû. Çi çêbû ku me dest bi nîqaşa Rojavayê kir û em nikarin gavekê bi pêş de biçin?" û wiha dewam kir:

    "Min jî jê re got: "Rojava ne kilîta pêvajoya çareseriyê ye lê taybetiya deriyê wê yê dê vebe dihewîne."

    Ahmet Davotoglu ji min re got, 'tika dikim, peyama min bigihînin. Rojava ne xeta me ya sor e'. Bila wezîrek an jî Davutoglu bibêje, ne wiha ye, ez ê lêborînê bixwazim.

    Bi heman mijarî:

    Li ser girtina siyasîyên li Rojava daxuyanî hatin dayîn
    Peskov: Helwesta welatên Rojava ya li hemberî çapemeniya Rûsî li dijî demokrasiyê ye
    Rêveberiya Rojava li Osloyê balyozxane vekir
    Nûnerên Rojava serdana HDPê kirin
    Li Rojava leşkerekî Amerîkayî jiyana xwe ji dest da
    Rêveberiya Rojava ji bo êrîşên Tirkiyê, ji Yekîtiya Ereban re name şand
    Li Rojava rojnamevanekî kurd hat binçavkirin
    Etîketan:
    îmralî, pêvajoya çareseriyê, Sirri Sureyya Onder, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de