04:26 16 Kanûn 2017
Zindî
    Li derdora bajarê Babê di navbera komên Artêşa Azad û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şer diqewime

    Li Babê di navbera DAIŞ, ASA û leşkerên tirk de şerên gûr

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12

    Li navenda bajarê Babê yê Sûriyê, di navbera DAIŞê, leşkerên tirk û ASAyê de şerên gûn diqewimin. Herwiha rêya di navbera Babê û Minbicê de ji hêla ASA û Artêşa tirk ve hate kontrolkirin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên Artêşa Sûriyê a Azad (ASA) hatiye bidestxistin, pêşdeçûna ASA û leşkerên tirk berdewam dike ku duh saetên êvarê ketibûn Babê. ASA û leşkerên tirk ligel tangan ji bakur û rojhilatê Babê pêşde diçin û herêma El Kebîr û embarên genim ên li rojavayê bajêr ji DAIŞê standin.

    Tankên artêşa Tirk
    © Foto: Sputnik / Hikmet Durgun
    DAIŞê bi wesayita bombebarkirî êrîşî leşkerên tirk û ASAyê kir û di encamê de ji ASAyê kuştî û birîndar çêbûn. Herwiha 3 wesayitên bombebarkirî yên DAIŞê ji hêla balafirên şer ên tirk ve hatin rûxandin. DAIŞ li hemberî êrîşên ASA û leşkerên tirk li ber xwe dide û di encama êrîşên DAIŞê de 3 leşkerên tirk birîndar bûn.

    Ji duh de di encama pevçûnan de 25 DAIŞî hatin kuştin.

    Di destpêka ketina bajêr de şerên gûr diqewimin û balafirên şer ên artêşa tirk li herêmê çeperên DAIŞê bombebakan dikin.

    ASAyê û leşkerên tirk rêya di navbera Bab û Minbicê de bidest xistin û li ciyên ku tên bidesxistin endamên ASAyê û leşkerên tirk tên bicîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ha wa ketin El-Babê û komandoyên me li dû wan in
    Leşkerên tirk ên li Babê birîndar bûne anîn Kilîsê
    Çavuşoglu piştrast nekir ku ASA ketiye Babê
    ‘Artêşa tirk êrişî Babê kir'
    Li El Babê 6 leşkerên Tirk birîndar bûn
    Etîketan:
    Şer, Artêşa tirk, DAIŞ, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), El-Kebîr, Bab, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de