07:54 18 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyona Reqqayê - HSD - YPG

    Pêngava duyem a operasyona Xezaba Firatê dest pê kir

    © Foto: Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ragihand ku pêngava duyem a operasyona Xezeba Firatê dest pê kiriye û da zanîn ku ew divê pêngavê de tevahiya gundewarên rojavayê Reqqayê rizgar bikin.

    Berdevkê Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed bi daxuyaniyeke fermî pêngava duyem û hemleya Xezeba Firatê ragihand.

    Daxuyaniyê de hat eşkerekirin pêngava yekem a hemleya Xezeba Firatê serkeftî bi dawî bûye. Di vê pêngavê de, 700 km2 û bi dehan gund, bajarok û riyên stratejîk hatin rizgarkirin. Herwiha li gundewarên bakurê Reqqayê jî xetên parastinê yên terorîstên DAIŞê hatin şikandin. Hêzên me korîdorên bi ewle vekirin û bi hezaran sivîl rizgar kirin.

    Di civîna dawî ya Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de biryar hat girtin ku di pêngava duyem a hemleya Xezeba Firatê de, tevahî gundewarên rojavayê Reqqayê werin rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşveçûna Şervanên Xezaba Firatê dewam dike
    Balafirên koalîsyonê Reqqa bombebaran kirin: 20 kuştî
    Bi operasyona HSDê re DAIŞê Reqqa îzole kir
    Heşda Şebî: Riya di navbera Reqqa û Mûsilê ya DAISiyan hat birîn
    PYD: Reqqa wê bibe beşek ji herêma kurd a federal
    Etîketan:
    dest pê kirin, pêngav, operasyon, Cîhan Şêx Ehmed, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de