22:43 12 Kanûn 2017
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Aqûbeta çalakvanê kurd ê merîwanî hîn nediyar e

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çalakvanê sivîl Aram Fethî yê ji bajarê Merîwanê ji ber nerazîbûna li hember kuştina kolberên kurd, ev hefteyeke ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatiye girtin û heta niha jî cihê wî ne diyar e.

    Roja 6ê Berfanbara 2016an li bajarê Merîwanê yê Wîlayeta Kurdistanê çalakvanên sivîl bi armanca şermezarkirina kuştina kolberan xwest li pêşiya avahiya Qaymiqamiya Merîwanê çalakiyekê bi hêminî pêk bînin.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzeke zêde ya asayîş û leşkeran li nav bajêr belav bû û nehişt ku çalakvan bicivin.
    Herwiha di heman rojê de çalakvanê kurd Aram Fethî li pêşiya mala xwe hat desteserkirin û heta niha jî derbarê aqûbeta wî de ti agahî tine ne.

    Aram Fethî di meha Mijdarê de jî ji ber nerazîbûna li hember rewşa xizmetguzariyên rê û kolanan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû desteserkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    YE qedexe danî ser firînên şîrketeke Îranê
    Li Îranê bi zaravaya Hewramî du pirtûkên zarokan hatin çapkirin
    Kurdên li Îranê li dijî kuştina kolberên kurd dest bi kampanyayekê kirin
    Serokwezîrê tirk: Em bi Rûsya û Îranê re derbarê pêşeroja Sûriyeyê dicivin
    Di êrişa leşkerên tirk a Sûriyeyê de NHBya Îranê hate bikaranîn
    Li Îranê xwendekarekî Kurd hat desteserkirin
    Pergala tekoşîna elektronîk a rûsî ji bo Îranê
    Etîketan:
    xwenîşandan, kolber, Aram Fethî, Merîwan, Wîlayeta Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de