04:13 28 Gulan 2018
Artêşa Iraqê

Li Mûsilê 3 taxê din hatin rizgarkirin

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Operasyona rizgar kirina bajarê Mûsilê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Hate ragihandin ku Artêşa Iraqê 3 taxê dikeve rojhilatê bajêr rizgar kirine.

Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ku Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên koalîsyonê dabûn dest pê kirin kete roja 58an.

Şaxa Têkoşîna dijî Terorîzmê ya Iraqê daxuyand ku di çerçoveya rizgarkirina operasyona Mûsilê de taxên El-Adl, El Îlam û El Temîm ku dikeve rojhilatê bajêr ji DAIŞê hatine rizgarkirin.

Ji destpêka operasyonê heta niha 27 herêmên rojhilatê Mûsilê ji rêxistina terorîst DAIŞê hatine rizgarkirin.

Ji aliyê din ve hate diyarkirin ku 7 xwekujên DAIŞê dema amadekariya êrişê dikirin li rojhilatê bajêr ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hatine desteserkirin.

Bi heman mijarî:

Heşdî Şeibî bû beşeke fermî ji Artêşa Iraqê
Artêşa Iraqê li Mûsilê bi pêş ve diçe
Artêşa Iraqê 25% ji rojhilatê Mûsilê kontrol kir
Artêşa Iraqê: Wezîrê DAIŞê hat kuştin
Artêşa Iraqê taxa stratejîk stend
Etîketan:
pêşmerge, rizgarkirin, DAIŞ, operasyon, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de