02:36 13 Kanûn 2017
Zindî
    MANPAD

    Amerîka: Em naxwazin MANPAD biçin Sûriyê

    © AFP 2017/ MAHMOUD TAHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku nayê xwestin ew ‘moşekên parastina hewayî’ (MANPAD) bişînin Sûriyê.

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner piştî rakirina biryara sînorkirina şandina kelûpelên leşkerî bo muxalîfên Sûriyê daxuyanî da.
    Toner got, ‘Sekna me ya ji bo MANPADan neguheriye. Em navên ku bibînin çekên wiha li Sûriyê bin.'

    Hêjayê gotinê ye Serokê Amerîkayê Barack Obama pêşniyarnameyek ji wezareta derve re şandibû bi wê biryarê re astengkirina şandina çekan bo hêzên biyanî yên li Sûriyê rakiribû.

    KREMLÎN: MANPAD BIKEVIN DESTÊ TERORÎSTAN DÊ ENCAMA VÊ BIRYARÊ GELEKÎ XERAB BE

    Pêşniyarnameya navborî di senatoya Amerîkayê de hatibû pesendkirin û bi hin mercan ve girêdayî astengên li ber şandina moşekên parastina hewayî yên milan (MANPAD) ji bo muxalîfên Sûriyê rakiribû.

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî li ser vê biryara Amerîkayê dabû xuyakirin ku îhtimal heye MANPAD bikevin destê terorîstan û dê ev bibe encameke gelekî xerab a vê biryara Amerîkayê.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Me li ser dayîna çekan bo muxalîfan hişyarî daye Amerîkayê
    Kongreya Amerîkayê ji Wezîrê Parastinê Carter daxuyaniyê dipê
    Kremlînê ji bo MANPADê hişyarî da Amerîkayê
    Ji Wezîrê Parastin ê Amerîkayê serdana suprîz
    Ryabkov: "Di mijara Helebê de em bi Amerîkayê re nêzî lihevkirinê ne"
    Etîketan:
    Rûsya, Sûriye, Moşekên Parastina Hewayî, Amerîka, Manpad, Sûriye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de