02:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    El Bab

    Leşkerên tirk ên li Babê birîndar bûne anîn Kilîsê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Leşkerên Tirkiyê yên ku di operasyona Mertala Firatê de birîndar bûne bi ambulansên servîsa lezgîn a 112ê ji sînorê Sûriyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê hatin veguhestin.

    Suriye'nin Halep kentine bağlı El Bab bölgesinde düzenlenen saldırıda yaralanan 2 Türk askeri, Kilis'te tedavi altına alındı.
    Tedawiya 2 leşkerên ku li herêma bajaroka Babê ya Helebê di encama êrîşan de birîndar bûbûn li Kilîsê dest pê kir.

    Hat ragihandin ku metirsiya jiyanî ya her du leşkeran tune ye.

    10 LEŞKERÊN ARTÊŞA AZAD HATIN KUŞTIN

    Peyamnêrê Sputnîkê Hikmet Durgun ragihandibû ku Artêşa Sûriya Azad bi hevkariya artêşa Tirkiyê ketiye nav bajarokê Babê û li wir rastî berxwedaneke mezin a DAIŞê hatiye.

    Durgun herwiha ragihandibû ku DAIŞê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşa xwekujî dijî ASAyê pêk aniye û 10 leşkerên Artêşa Azad tê de can dane.

    Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Davutoglu jî gotibû, ASA bi alîkariya Tirkiyê nêzê bajarokê Babê bûye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk: Rêya El Bab û Minbicê hate kontrolkirin
    Artêşa Azad û artêşa tirk ketin Babê
    ‘Artêşa tirk êrişî Babê kir'
    Li El Babê 6 leşkerên Tirk birîndar bûn
    Ji TSKê bo El Babê operasyona hewayî
    Etîketan:
    Leşerên Tirkiyê, Bab, ASA, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de