23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Goran

    'Divê Nuşîrewan Mistefa siyaseta cudakirina Silêmaniyê ji Kurdistanê berde'

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê berê yê Tevgera Gorranê yê Herêma Kurdistanê Serdar Abdulla, rexneyên giran li parlamenterên kurd yên alîgiriya Serokê Fraksîyona Şîe ya Yasayê Nurî el Malikî dikin girtin.

    Serdar Abdullah di bernameya kanala KNN a herêma Kurdistanê de ku bi ser Goranê ve ye bang li Serokê Goranê Nuşîrewan Mistafa kir ku dev ji siyaseta cudakirina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê berde.

    Parlemantarê berê behsa qeyrana siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî: "Di van mercên giran yên ku Kurdistan di nav qeyraneke siyasî û aborî de ye divê Nuşîrewan Mistafa dawiyê li siyaseta xwe ya cudakirina Suleymaniyê ji Kurdistanê bîne."

    'MALIKÎ DIXWAZE DESHILATIYÊ JI EBADÎ BISTÎNE'

    Abdullah di bernameyê de bal kişand ser hevkariya Malikî ya bi Tevgera Goranê re û got, "Hefteya borî Malikî di hevpeyvînek rojnamevenî de got, divê piştî şerê Musilê hikûmeta Ebadî bê hilweşandin ji ber ku Abadî digel kurdan gelek nerm e. Malikî her lîstîkê dike ku hikûmeta Ebadî birûxinê û ew bixwe bê ser hikûm"

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya dê 34.8 milyon dolar deyn bide Herêma Kurdistanê
    YNKê budçeya Herêma Kurdistanê wek serkeftin bi nav kir
    YE ji bo koçberan wê 28 milyon euro ji Herêma Kurdistanê re bişîne
    Asayişa Herêma Kurdistanê: Li Silêmaniyê hin terorîst hatin kuştin
    Xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê koça dawî kir
    Etîketan:
    Tevgera Goran, Nuşîrewan Mistefa, Serdar Abdulla, Parlemantarê berê yê Goranê, Silêmanî, Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de