18:55 25 Hezîran 2018
Sirri Sureya Onder

Sirri Sureyya Onder: Sedema destpêka pêvajoya xendekan erdheja Licê ye

© Foto : AA/ Murat Kaynak
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Parlemantarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder li ser pêvajoya xendekan, girtina hevserok û parlemantarên HDPê li parlemana Tirkiyê axivî.

Parlemantarê Enqerê yê HDPê Sirri Sureyya Onder di axaftina xwe ya dema hevdîtinên budçeyê yên parlemana Tirkiyê de li ser pêvajoya xendekan rawestiya û got, ‘Yekem xendek li Liceyê hat kolan û 2 leşkerên pispor li wê derê hatin rehînkirin. Sedema wê hûn dizanin çi bû? Erdheja Licê bû…'

OCALAN GOT, 'ÇARESER BIKIN'

Onder di berdewamê de diyar kir, bi sedema ku dewletê piştî erdheja Licê soz dabû gundiyan ji bo çêkirina xaniyan û li şûna wan xaniyên nehatine temamkirin jî dest bi çêkirina Kelaqolan (Kalekol) kiribû pêvajoya xendekan li Liceyê dest pê kiriye û wiha axivî: "Çêkirina wan xanîyan hêj xelas nebûye. Û dev ji avakirina wan jî bernedane. Lê belê çawa ku pêvajoya aştiyê dest pê kir bi budçeyeke 6 trîlyonan dest bi avakirina kelaqolan kirin. Rewş aloz bû. Hikûmetê ji rêzdar Ocalan alîkarî xwest û rêzdar Ocalan ji me re raghand û got, ‘Vê çareser bikin'."

'HIKÛMETÊ SOZA RAWESTANDINA KELAQOLAN BI CÎ NEANÎ'

Onder li ser behsa hewildanên bo rawestandina avakirina kelaqolan jî kir ku wan danûstandin kirine û tevî parlemantarê HDPê yê Çewlîkê Îdrîs Balûkan wan hiştiye ku 2 leşkerên pispor ên di destê PKKê de werin berdan û soz bo gelê wê derê hatiye dayîn ku bi sergirtina xendekan re dê avakirina kelaqolan were rawestandin.

Parlemantarê HDPê destnîşan kir ku piştî sozdayînê hikûmetê di wê şevê de kamyon şandine cihê avahiyên kelaqolê û wiha pê de çû: "Hemû alavên avahiya kelaqolê li wê kamyonê hatin barkirin. Roja din jî gel serê xendekên ku vedabûn girtin. Heta ku car din avakirina kelaqolê destpê nekir ti bûyerek neqewimî. Ev bersiva ‘Ma siyaseta sivîl çi kiriye?' ye."

ONDER: JI BER KU HEVSEROKÊN ME XWESTIN VÎ WELATÎ BIKIN GULÎSTAN DI HUNDIR DE NE

Onder li ser hevserok û parlemantarên HDPê yên hatine girtin jî got, ‘Hevalên me ne ji ber îhtimala revê, ew ji ber ku bi israr dixwazin li ser vê axê bijîn û van erdan bikin gulîstan di hundir de ne.'

Parlemantarê HDPê hikûmetên berê yên ku kiryarên girtinê li ser siyasetmedaran kirin bibîr xistin û diyar kir, ‘Hikûmetên ku ev tişt krine bi sedan caran hatine nahletkirin. Gotina ku dibêjin, piştevaniya terorê kirine û xwe ji wan dûr nekirine derew e.'

Bi heman mijarî:

HDP ligel partiyên Herêma Kurdistanê civiya
HDP amadehiya referandûmê dike
HDP: Di doza Tahir Elçi de ti pêşketin çênebû
HDP: Nameya Demirtaş hat sansurkirin
HDP: Em ê biryara xwe hefteya pêş aşkere bikin
Etîketan:
Xendek, Sirri Sureyya onder, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de