11:01 20 Hezîran 2018
Polîsên Tirkiyê

Li Tirkiye bi beşdariya bêhtirî 40 hezar polîsan operasyonek hat kirin

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Tirkiyê bi beşdariya 40 hezar 507 polîsan operasyoneke berfireh bi navê 'Aramiya Tirkiyê' birêve diçe.

Di operasyona ku li 81 bajarên Tirkiyê bi beşdariya 5 hezar û 863 tîmên polîsan û 40 hezar û 507 polîsan birêve diçe de, 7 helîkopter, 10 keştiyên deryayî û 138 segên pisporan cî girt.

Hat ragihandin ku di vê operasyona berfireh de li ser kesên biguman hatiye rawestîn ku çek, kêr, teqemenî û madeyên hoşber bi wan re hene.

Operasyona ku di seetên êvarê de dest pê kir li Stenbolê jî di çarçoveya 'Aramiya Tirkiyê' de li 39 navçeyan 5 hezar polîsan beşdarî kir û li ser gelek kargeh û navendên cemawerî kontrol hatin kirin.

Bi heman mijarî:

Li Rihayê operasyon: Di malekê de 4 kes hatin kuştin
Li Dersîmê operasyon
Operasyon li Qendîlê hat kirin
Li Şaredariyên Norşîn, Melezgirt û Hewagê operasyon
Li hemberî Zanîngeha Yildiz Teknîkê operasyon: 70 akademîsyen hatin binçavkirin
Etîketan:
Tirkiye, Stenbol, operasyona polîsan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de