17:05 19 Hezîran 2018
Milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad - ASA

Tirkiye: Me li ser dayîna çekan bo muxalîfan hişyarî daye Amerîkayê

© Foto : AA/ Majd Halabi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser biryara senatoya Amerîkayê ya dayîna moşêkên parastina hewayî bo muxalîfên Sûriyê daxuyanî da.

Wezîrên karên derve yên Rûsya û DYA`yê Sergey Lavrov û Con Kerry
© Sputnik / Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Huseyîn Muftuoglu biryara hikûeta Amerîkayê ya dayîna hin cureyên çekan bo komên muxalîfên Sûriyê nirxand û got, ‘Niha nayê zanîn bê dê ev erk were bikaranîn yan na, yan jî dê di kîjan çarçoveyê de were bikaranîn.'

'DÊ EV MIJAR JI NÊZ VE WERE ŞOPANDIN'

Muftuoglu daxuyakirin, herhal dê bi aliyê Amerîkayê pêwendî were kirin û hesasîyetên me werin parvekirin û wiha axivî: "Ji bo çek nekevin destê rêxistinên ku di serî de ji bo Tirkiyê tehdîd in, hişyariyên pêwîst hatine kirin. Dê ev mijar ji nêz ve were şopandin."

OBAMA ÎMZE KIRIBÛ

Hêjayî bibîrxistinê ye pêşniyara senatoya Amerîkayê ya dayîna hin çekan bo muxalîfên Sûriyê ji aliyê Serokê Amerîkayê Barack Obama ve doh hatibû îmzekirin ku li gor hinek şertan dayîna çekên MANPAD ên moşekên parastina hewayî jî di nav de cî digirin.

Bi heman mijarî:

Kongreya Amerîkayê ji Wezîrê Parastinê Carter daxuyaniyê dipê
Kremlînê ji bo MANPADê hişyarî da Amerîkayê
Ji Wezîrê Parastin ê Amerîkayê serdana suprîz
Ryabkov: "Di mijara Helebê de em bi Amerîkayê re nêzî lihevkirinê ne"
Nûnerê Serokê Amerîkayê Pêşmerge Xelat kir
Etîketan:
Tirkiye, Obama, Amerîka, Dayîna çekan bo muxalîfan, Wezareta Derve ya Tirkiyê, Cîhan, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de