11:02 20 Hezîran 2018
Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu piştrast nekir ku ASA ketiye Babê

© REUTERS / Ümit Bektaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Piştî Spûtnîkê ragihank ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi piştgiriya leşkerên Tirkiyeyê ketiye bajarê El-Babê yê Sûriyeyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu wiha got: "ASA bi piştgiriya me nêzîkî El-Babê bûye. Tê pêşbînkirin ku operasyona li wê derê di demeke kurt de bi dawî bibe.

Tankên artêşa Tirk
© Foto : Sputnik / Hikmet Durgun
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu wiha got: "ASA bi piştgiriya me nêzîkî El-Babê bûye. Tê pêşbînkirin ku operasyona li wê derê di demeke kurt de bi dawî bibe. Me tîmeke ku ji pisporên me û leşkerên amerîkî pêk tê şand bajarê Minbicê. Ew lêkolînê li wir dikin. Ev xebata me dê dewam bike, heta em piştrast bibin ku YPG derbasî rojhilatê Firatê bûye."

Hatibû ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) û Artêşa Tirkiyeyê di saetên êvarê de ketin bajarê Babê yê Sûriyeyê, DAIŞê li dijî leşkerên tirk û ASAyê bi navgîneke bombebarkirî êrîşeke xwekuj pêk anîiye.
Herwiha hatibû gotin ku şerekî dijwar li bajêr berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku Serfermandiya Giştî YPGê di 16ê Mijdara îsal de ragihandibû ku hêzên xwe ji Minbicê kişandine ta ku beşdarî operasyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê bibin û Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ew agahî piştrast kiribû û spasiya YPGê kiribû.

 

Bi heman mijarî:

YPG li Helebê bi pêş de diçe: Hindik ma rêya Efrîn û Helebê vebe
YPG nan bi belaşî li taxeke Helebê belav dike
YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
YPG: Artêşa Tirkiyê di mehekê de 15 caran êrîş kir
Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
YPG: Artêşa tirk bi moşekan êrîşî gundên Minbicê dikin
Şervan Derwîş ji bo Sputnikê: Piştî YPG vekişiya, Tirkiyê êrîşî Minbicê kir
Etîketan:
ASA, YPG, Mevlut Çavuşoglu, Reqqa, El-Bab, Amerîka, Firat, Minbic, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de